Hirçên boz 70 mih mirar kirin

03-10-2020
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Pulumura Dêrsima Bakurê Kurdistanê  hirçên boz ketin govê û 70 mih mirar kirin.

Bi şev hirçên boz ketin gova Ozkan Ozdemir ê li gundê Goneliyê pez xwedî dike.

Di govê de kêmzêde 150 mih hebûn û hirçan 70 mih mirar kirin û hinekên wan jî birîndar kirin, piştî ku kûçik ewtiyan jî ji herêmê dûr ketin.

Ozkan Ozdemir ê şeveqê zû çû gova xwe dît ku hirç ketiye nav pezê wî û rayedar ji bûyerê agahdar kir.

Ekîbên Rêveberiya Xurek Çandinî û Ajeldariyê çûm cihê bûyerê û derbarê pezê mirarbûyî û birîndar de rapor nivîsîn.

Hat zanîn ku dê pezê mirarbûyî çal bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst