Nêçîrvan Barzanî: Mam Celal sembola xebata hevbeş bû

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ragihand ku wefata Celal Talebanî valahiyeke mezin peyda kiriye û got, “Di nav alozî û rageşiyên li Iraq û herêmê, em zêdetirîn hest bi vê wê valahiyê dikin.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi boneya 2mîn salvegera koça dawî ya Sekreterê Giştî yê Yekitiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Celal Talebanî, peyamek belav kir.

Serokê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de, ragihand, ew valahiya ku piştî wefata Celal Talebanî rû da, li herêm û Iraqê her ku diçe zêdetir hest pê tê kirin.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de got ku Mam Celal sembola xebata hevbeş bû û ragihand, “Peywendiyên bihêz ên Mam Celal û Serok Mesûd Barzanî, proseya hevbeşiyeke bihêz derxist û wisa pêk anî ku mafên gelê Kurdistanê di belgeyên Kongreya Mixalîfan a Iraqê û Destûra Iraqê de, cih bigirin.”

Serokê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de herwiha got, “Di heman demê de bi saya wê hevkariyê, Kurd û netewên din bo cara yeke li dam û dezgehên li Iraqê bûn xwedî pêgeheke bihêz û demokrasiya li Iraqê bi pêş ket.”

Herwiha Nêçîrvan Barzanî, amaje bi wê kir ku Celal Talebanî di xebatên pêkanîna kabîneya 5an de piştevaniyeke zêde daye wî û diyar kir ku wefaya herî mezin a bo Celal Talebanî, dikare bi yekrêziya gelê Kurd û hevbeşiya partiyên siyasî bê nîşandan.