Komîsyon: 425 gilî gihîştine ber destên me

03-10-2018
RÛDAW
Hindirên Mihemed got ji bo proseya yekalîkirinê pêwistî bi demê heye
Hindirên Mihemed got ji bo proseya yekalîkirinê pêwistî bi demê heye
Nîşan Hilbijartinên Kurdistanê Komîsyona Bilind a Hilbijartin û Rapirsiyan a Herêma Kurdistanê Hindirên Mihemed Gilî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Komîsyona Bilind a Hilbijartin û Rapirsiyan a Herêma Kurdistanê ragihand, ku 425 gilî gihîştine ber destê wan û ji bo proseya yekalîkirinê pêwistî bi demê heye. Serokê Komîsyonê got, ku bi îzna Xwedê ew  di demeke kurt de encamên seretayî radighînin.

 

Serokê Komîsyona Bilind a Hilbijartin û Rapirsiyan a Herêma Kurdistanê Hindirên Mihemed di civîneke rojnamegeriyê de got: “Komîsyon li ser hûrgilîkirina tevahî ya hemû hemaran mijûl dibe. Nûnerên qeware yên siyasî amade ne û bi şev û roj kar dikin, daku ew encam bi hûrgilî werin derxistin. Wê demê em dê encamên seretayî ragihînin.”


Hindirên Mihemed bi taybet ji bo encamên dawiyê anî ziman: “Encamên dawiyê proseyeke din e li pêş e. Ew jî yekalîkirina giliyan e. Heta niha yên gihîştine ber destên me, 425 gilî ne. Ji bo yekalîkirina wan jî pêwistî bi demê heye. Dibe ku ji bo beşekê bersiv were dayîn lê ji bo beşekê pêwistî bi lêkolînê heye. Em bi awayekî cidî bersivê didin giliyan û bi îzna Xwedê di demeke kurt de encamên destpêkê radigihînin. Piştî wan em encamên giliyan û paşê jî encamên dawî radigihînin.”


Serokê Komîsyonê ji bo sindoqên, ku qurdeleyên wan hatine vekirin ev tişt derbirîn: “Qurdeleyên sor li hejmareke sindoqan hatine gerandin. Peywendiya gerandina qurdeleyên sor bi giliyan re tune ye. Dibe ku rêkariya komîsyonê be. Weke nimûne, hinek sindoq hebûn, qufilên wan jê re nebûye, ji bo wê qurdeleyên sor lê hatine gerandin. Dibe ku hejmara wan sindoqên, ku qurdeleyên sor lê hatine gerandin, zêdetir bibe.”


Hindirên Mihemed di derbarê binpêkirinan de jî amaje bi wê yekê kir: “Lîjneyên me hene, ku li ser wê mijarê kar dikin. Ew bi binpêkirina hilbijartinê re têkildar e, ku li ser wê kar dikin. Beşeke din ew e, destdirêjî li ser karmendên me hatiye kirin. Li dadgehê gilî di derbarê wan hêz û aliyan de hatiye kirin, ku li hemberî karmendên komîsyonê destdirêjî kirine. Piştrastiya hemû karmendên me heye. Em tenê binpêkirinekê jî li hemberî karmendên xwe xweş nabînin. Ew kesên, ku destdirêjî li ser karmendên me kirine, divê were sizakirin û em wan xweş nabînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst