Galeriya wêneyan

03-10-2018
14 Photos
RÛDAW

Silêmanî (Rûdaw) – Serokomarê Berê yê Iraqê û Damezrêner û Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Celal Talebanî bi boneya salvegera koça dawî ya li ser gora wî merasîmek a bibîranînê hat sazkirin.

 

Îro salek di ser koça dawî ya Celal Talebanî re derbas dibe, ku di temenê 84 saliyê de li nexweşxaneyeke Berlîna Almanyayê koça dawî kir.

 

Celal Talebanî, roja 17.12.2012 li Bexdayê ji ber krîza mêjî rewşa wî ya tendirûstî têk çû û piştre bo nexweşxaneyeke Almanyayê hat veguhestin. Piştî wergirtina çereseriya pizîşkî, roja 19.07.2014ê vegeriya Silêmaniyê.

 

Sala 1975ê ligel çend hevalên xwe li Şama paytexta Sûriyê, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) damezrand û bû sekreterê giştî yê wê partiyê. Piştî ketina rejîma Beisê di sala 2003an de, endamê "Meclîsa Hikûm" û bo gerekê jî serokê wê encûmenê bû. Herwiha di dariştina Destûra Iraqê de rolekî serekî dîtiye.

 

Roja 6ê Nîsana 2005ê bûye Serokomarê Iraqê ku yekem car bû di dîroka Iraqê de Kurdek bibe Serokomar. Talebanî ku di tarîxa siyasî de demeke zêde hevrikiya PDKê kiriye û di hinek qonaxan de YNK û PDKê şerê hev ê çekdarî jî kirine, lê piştî Rêkeftina Stratejîk di navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê de, peywendiyên ligel PDKê gelekî bihêz bûn û di du gerên serokatiya komarê de PDKê piştîvaniya Talebanî kir.

 

Peywendiyên PDK û YNKê heta wê dema ku Talebanî nexweş ket û ji meydana siyasî dûr ket, berdewam bihêz bûn. Talebanî 3ê Cotmehê koça dawî kir, dema termê wî jî hat vegerandin, Serokatiya Herêma Kurdistanê merazîmeke mezin jêre saz kir, şînî ragihand û serpereştiya sine jî kir. Piştî salek di ser koça dawî ya Talebanî re derbas dibe, hê jî YNKê kongreya xwe saz nekiriye û bê sekreterê giştî ye.