Komîsyon îro encamên destpêkê radigihîne

03-10-2018
RÛDAW
Nîşan Komîsyona hilbijartinan Kurdistan Hilbijartin Hilbijartinên Kurdistanê Encam
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Biryar e îro komîsyona bilindya hilbijartin û rapirsiyan a  Herêma Kurdistanê, encamên destpêkê yên hilbijartinên parlamentoya  Kurdistanê ragihîne.

 

Nûçegihanê Rûdawê ragihand, ku komîsyon hemû hewlên xwe dide ji bo demjimêr 6ê êvara îro Çarşembî 3ê Cotmeha 2018 encamên destpêkê yên hilbijartinên 30ê Îlonê belav bike.

 

Li gor yasaya hilbijartinên parlamentoyê, pêwîst e komîsyon piştî bidawîhatina hilbijartinan di dema 72 demjimêran de encamên destpêkê yên hilbijartinan ragihîne.

 

Nûçegihanê Rûdawê herwiha got, îro serê sibehê komîteya gilînameyan dê li gel civata komîsyaran bicive, ji bo ku gotûbêjê li ser çawaniya encamdana lêkolînan li ser wan gilînameyan bikin, ku li cem komîsyonê hatine tomar kirin.

 

Li gor zanyariyên Rûdawê, li parêzgeha Silêmaniyê 103 sindoq û li parêzgeha Hewlêrê 78 sindoq û li Duhokê jî 56 sindoq ji ber giliyan qurdêleya sor lê hatiye girêdan.

 

Komîsyonê jî ragihandiye, ku ew dê bi hûrî lêkolînan li ser wan sindoqan bikin.

 

li gor wan encamên ku gihîştine ber destê Rûdawê, PDKê ji sedî 45ê dengan bidest xistine.

 

Rêjeya dengên partiyan li gor wan encamên ku ji komisyonê ketine destê Rûdawê ketine, wiha ye:

 

PDK: % 45.09

YNK: % 19.4

Goran: % 11.8

Nivşê Nû: % 8.3

Komel: % 6.99

Berev Îslah: % 5.39

Serdem: % 1.06

 

Hejmara Dengên Partiyan:

 

PDK: 658 hezar û 450 deng

YNK: 277 hezar û 997 deng

Goran: 172 hezar û 258 deng

Nivşê Nû: 122 hezar û 244 deng

Komel: 102 hezar û 49 deng

Berev Îslah: 78 hezar û 670 deng

Serdem: 15 hezar û 423 deng

 

Hejmara Kursiyên Aliyên Siyasî:

 

PDK: 45 kursî

YNK: 19 kursî

Goran: 13 kursî

Nivşê Nû: 9 kursî

Komel: 7 kursî

Berev Îslah: 6 kursî

Serdem: 1 kursî

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst