Keça kurda êzidî piştî 3 salan gihişte malbata xwe

03-10-2017
Eyûb Nisrî
Eyûb Nisrî
Duhok
Duhok
Nîşan Êzidî Şingal DAIŞ Hewîce
A+ A-

Duhok (Rûdaw) – Keçekê din ê kurda êzidî ji destê DAIŞê rizgar bû û gihişte malbata xwe. Malbat bi hatina wê kêfxweş e. Kurdên êzidî jî li hêviya têkçûna DAIŞê ne da ku xizm û kesên wan vegerin mala xwe.

 

Heyfa keçekê kurda êzidiye û xelkê gundê Giruzêr a Şingalê ye. Ew di sala 2014ê de kete destê çekdarên DAIŞê. Beriya salekê jî çekdaran ew firotine berpirsekî DAIŞê yê navçeya Hewîceyê. Hêzên ewlekariya Iraqê niha li Hewîceyê operasyonê dikin. Lê beriya Hewîce ji destê DAIŞê were rizgarkirin, Heyfayê xwe bi derfetên xwe rizgar kir û gihande cem hêzên pêşmerge.

 

Heyfa Berekat behsa jiyana xwe ya tehl a di bin destê DAIŞê de dike û dibêje: “Li Hewîceyê jiyan pir nexweş bû. Xwarin û vexwarin nebû. Xelk ji DAIŞê ditirsiyan. Ez li cem kesekê bûm, ku dema ew çû şer, min karî xwe rizgar bikim û bigihînim çeperên pêşmerge.”

 

Ji bilî Heyfayê hejmareke din ê keçên êzidî li Hewîceyê bûne. Pêwendiya wan bi hevre hebûye lê li ser aqûbeta wan Heyfa wiha dibêje:

 

 “Em bi dilê xwe difirotin, li me dixistin û destdirêjiya me dikirin. Min 3 keçên din ên êzidî nas dikir. Ji ber me hev dinasî em dihatine cem hev. Lê ev demek bû ku ti agahiya mijn ji wan nema.”

 

Bi vegera Heyfayê dilê dayika wê Kewê Mirad xweş bûye û rûyê wê dikene. Herwiha dayika wê daxwazê ji aliyên pêwendîdar dike da ku ji bo asayîkirina jiyana keça xwe, alîkariyê bidine wan.

 

Kewê Mirad dibêje: “Ev 3 sal bûn ez li hêviya vegera wê bûm. Ez li hêviyê bûm telefona me bike. Min dixwest bizanim ka miriye yan maye. Mala xwedê ava di dawiyê de bi sax û silamet vegeriya.”

 

Têkçûna DAIŞê ji bo hemû cîhanê û bi taybetî ji bo kurdên êzidî pir giring e. Ji ber ku malbatên hemû dîlên kurdên êzidî li hêviyê ne, ku kesûkarên wan rizgar bibin û vegerin mala xwe. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst