KURDISTAN – Zarokên kildan û aşûrî bi zimanê xwe dixwînin

03-10-2017
RÛDAW
Hewlêr
Hewlêr
Nîşan Dibistan Siryanî Aşûrî keldanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Herêma Kurdistanê 8 hezar û 323 xwendekarên kildan û aşûrî hene, ku bi zimanê xwe yê dayikê, wate bi siryanî dixwînin.

 

Deriyê dibistanên aşûrî û kildanîyên Herêma Kurdistanê roja 02-10-2017 hate vekirin û yekemîn zengila destpêkirşna xwendina sala nû lêda. Beriya 27 salan, aşûrî û kildaniyên li Kurdistan û Iraqê, tenê dikariyan bi zimanê erebî bixwînin.  

 

Mamosta Umte Behram Yusiv, ku bixwe bi zimanê erebî û kurdî xwendina xwe qedandiye, niha li dibistanekî taybetî yê Hewlêrê, bi zimanê dayikê waneyan ji xwendekarên aşûrê û kildanî re dibêje.  

 

Umte Behram Yusiv dibêje: “Ev 11 sal in ez bi zimanê dayika xwe, bi zimanê siryanî waneyan ji xwendekaran re dibêjim. Weke çawa mafê hemû kesê heye bi zimanê xwe, kurdî, erebî yan jî îngilîzî bixwîne, em jî xwedan heman mafî ne ku bi zimanê xwe bixwînin.”

 

Tenê ne krîstiyanên Başûrê Kurdistanê, krîstiyanên li bajaren din ên Iraqê koçberê Kurdistanê bûne û berî bi zimanê erebî dixwendin, niha dikarin bi zimanê siryanî xwendina xwe berdewam bikin.

 

Li Hewlêrê tenê nêzîkî 3 hezar xwendekarên ji netewa kildan û eşûrî hene, ku bi zimanê xwe dixwînin. Ew dikarin di dibistanên xwe yên taybetî de xwendina xwe bikin.

 

Rêveberê Perwerdeya Derdora Hewlêrê Fehmî Silêwe dibêje: “Rewşa xwendinê ya bi zimanê dayikê roj bi roj ber bi pêşve diçe. Dema di sala 1992ê de Parlamentoya Kurdistanê hate damezrandin, mafê pêkhateyên din ên xwendina bi zimanê dayikê nas kir.”

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst