Barzanî li Kurdistanê heftiyek şîna giştî ragihand

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di peyameke televizyonî de ji ber wefata Celal Talebanî, hefteyek şîna giştî li Kurdistanê ragihand.
 
 
Îro sêşemî 3ê Cotmeha 2017ê Serokomarê berê yê Iraqê û Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê Celal Talebanî li nexweşxaneyekê li Almanyayê koça dawî kir.
 
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji ber koça dawî ya Mam Celal Talebanî ji gelê Kurdistanê re peyameke televîzyonî pêşkêş kir.
 
Mesûd Barzanî di vê peyama xwe de xemgîniya kûr a xwe li hember koça dawî ya serkirdeyê Kurdistanê û hevalê xwe yê dêrîn anî ziman û serxweşî li tevahiya gelê Kurdistanê, malbata wî, hevjîna wî Hêro Îbrahîm Ehmed û her du kurên wî Bavil û Qubad Talebanî kir.

Barzanî got: ''Di vê roja xembar de pirse û serxweşiyê li malbata Talebanî û bi taybet Hêro Xan û kek Bavil û kek Qubad dikim û em bi dil hevbeşê xema wan in.''
 
Serok Barzanî herwiha di peyama xwe ya îşev de got,''ji destdana serkirdeyekî mezin weke Mam Celal zirareke mezin e bo gelê Kurdistanê.''

Barzanî diyar kir: ''Ji dest dana serkirdeyekî weke Mam Celal, zirarekî mezin e bo gelê me û bi hêsanî (cihê wî) nayê tijîkirin. Ez serxweşiyê li hemû gelê Kurdistanê û birayên serkirdatî û endamên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê dikim û daxwaz ji Xwedayê mezin dikin ku rihê birayê min ê birêz Mam Celal bi beheşta ferah şad bike.''

Barzanî diyar kir, ku wî heval û bira û piştevanekî xwe yê dêrîn û bihzê ji dest da û tekez kir: ''Cihê şanaziyê ye ku me herduyan pêkve li gel birayên din karî gelek astengî û giriftan li ser rêya xebat û têkoşîna xwe rakin û herwiha me gelek qonaxên tal û nexweş derbas kirin. Şanazî ye ku gelek ji destkevtên îro vedigerin bo wê tifaq û biratiya ku me pêkve xîmê wê danî.''

Mesûd Barzanî herwiha di peyama xwe de yekrêzî weke baştirîn wefa bo Mam Celal bi nav kir û got: ''Niha jî baştirîn wefa bo rihê birayê birêz Mam Celal û rihê hemû şehîdên rêya rzigariya gelê me ev e ku em yekrêziya xwe xurt û bihêztir bikin û her bi wê jî em dikarin bigihin wê armanca pîroz ku serkirdeyên me û hezaran şehîdên me ji bo wê canê xwe bexşîn.''

Serokê Herêma Kurdistanê herwiha ji ber koça dawî ya Talebanî şîna giştî ragihand û diyar kir: ''Her bi vê minasibeta xembar em heftiyekê şîna giştî radigihînin.''