YPGê 3 navend radestî hikûmeta Sûriyê kir

Heseke (Rûdaw) - Li bajarê Hesekê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dest bi vegerandina dezgeh û navendan bo Hikumeta Sûriyê kir û heta niha 3 navend ji hikumetê re hatine vegerandin.

 

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û asayîşa Kantona Cizîrê zanîngeha Ferat ya Hesekê, Banka Bazirganî Rêveberiya Turîzmê û Peymangeha Kerr û Lalan radestî hikumeta Sûriyê kir.

 

Rêvebirê Banka Bazirganî ya Hesekê Sedam Hêcel ji Rûdawê re ragihand, hemû alavên di nav bankê de wêran bûne, lewma banka bazirganî ji hikumetê re hat vegerandin û niha jî amadekariyên vekirina wê tê kirin.

 

Birêvebirê Giştî yê Banka Bazirganiya Hesekê Sedam El Hêcel wiha got:

 

“Navenda bazirganî di 18ê Tebaxê de ji ber pevçûnên vê dawiyê di navbera artêşa Erebî ya Sûriyê Yekîneyên Parastina gel de ji destê me derket. Bi biryara parêzgarê Hesekê banka navendî di 24ê meha Îlonê de vegeriya û niha  em gemara nav bankê paqij dikin. Banka Bazirganî girêdaryî îdareya navend li Şamê, dê di dema mehekê de bi biryara birêvebirê giştî û parêzgarê Hesekê dest bi kar bike.”

 

Di danûstandinên di navbera hikumeta Sûriyê û YPG û TEV-DEMê de, rewşa Hesekl vegeran weke berê û navend û dezgehên Hikumetê dê werin vekirin.

 

Herwiha ji Rêveberiya Turîzmê li Hesekê Nemir Îbrahîm ji Rûdawê re ragihand, ku wan di 24ê meha Îlonê de avahiya Turîzmê wergirt û dê di demeke nêzîk de were vekirin.

 

Nemir Îbrahîm wiha got: “Di 24ê meha Îlonê de me avahiya rêveberiyê wergirt. Ev avahî di 18ê meha 8an de ji ber pevçûnên navbera artêşa Erebî ya Sûriyî û YPGê de ji kar ket. Ev avahî rastî gelek ziyanên madî hat, gelek tiştên di nav de jî wenda bûn.”

 

Li aliyekî din wêneya lihevkirina navbera hikumeta Sûriyê û YPGê di derbarê teslîmkirina kolîjên zanîngeha Ferat gihişte Rûdawê û li gor vê yekê hêzên Asayişê ji avahiyên kolejên zanîngehê derbikevin.

 

Herwiha tê gotin YPGê dê navendên din jî ji hikumeta Sûriyê ve vegerîne.