JI BO OPERASYONA GIRING - Nexşerê amadeye!

Hewlêr (Rûdaw) – Nexşerêya operasyona kontrolkirina navçeya Hewîce ya Kerkûkê amade ye ku ev der weke “Kelha DAIŞê ya nav Iraqê” tê binavkirin.

 

Hêzên serbazî amadekariyên xwe yên operasyona Hewîceyê bidawî kirine.  

 

Serokê Komîsyona Ewlekariyê ya Parêzgeha Kerkûkê Azad Cebarî ji Rûdawê re got, “Bi razîbûna hêzên hevpeymanan, hikûmeta Iraqê û Hêzên Pêşmerge, nexşerêya operasyona Hewîce amade ye. Hêzên serbazî li hêviya fermanê ne. Em dikarin bêjin ku êdî ji bo destpêkirina operasyonê dem pir nêzîk e.”

 

Cebarî tekez kirk u li gorî agahiyên pêbawer her roj bi dehan çekdarên DAIŞê ji Hewîce direvin û wiha berdewam kir, “Diyar e ew jî dizanin dem nêzîk bû. Ji bo parastina cane xwe direvin.”

 

Navçeya Hewîceyê 55 kîlometreyan dûrê Kerkûkê ye û dikeve başûrê rojavayê bajêr. Navçe ji Hezîrana sala 2014ê ve di destê DAIŞê de ye.