Rojiya kurdên elewî dest pê kir
Dêrsim (Rûdaw) - Girîngtirîn rojiya elewiyan Rojiya Dozdeh Îmaman di 2yê Cotmehê de dest pê kir û dê dozdeh rojan berdewam bike. Rojiya Dozdeh Îmaman ango Rojiya Muheremê li Dêrsimê ji aliyê kurdên elewî ve jî tê girtin.
Rojiya Dozdeh Îmaman ji gellek aliyan ve ji Rojiya Remezanê cûdatir e. Bo nimûne, bawermend di Rojiya Dozdeh Îmaman de ranabin paşîvê, ji berbanga sibê heta ku tarîtî bikeve ser rûyê erdê jî ti tişt naxwin û venaxwin.
Herwiha di dema rojîtiyê de piştî fitarê jî goşt, pîvaz, sîr, tovên giha û nebatan nayên xwarin û av nayê vexwarin.
Di van deman de çeqû, şûr, kêr an jî ti amêrek birînê hergîz nayên bikaranîn. Ji ber kuştina Îmam Husên û 73 hogirên wî li Kerbelayê ev rojî wekî rojiya şîn û reşgirêdanê tê dîtin.
Lewma di van 12 rojan de rih û por nayên tiraşkirin, serî nayê şuştin û peywendiya zayendî pêk nayê. Herwiha ajal an jî nebat, bi ti awayî nabe ku giyanliberek di van 12 rojan de bê kuştin.
Rojiya Dozdeh Îmaman a ku 12 rojan tê girtin, dest pê kir. Ji bo bawermendên Elewî girîngtirîn rojî, bêguman Rojiya Dozdeh Îmaman e.
Rojiya Dozdeh Îmaman a ku 20 roj piştî Cejna Qurbanê ye, îsal di 2yê Cotmehê de dest pê kir û heta 13ê Cotmehê berdewam dike. Di 14ê Cotmehê de jî şîrînahiya bi navê aşûre tê belavkirin.
Di dozdeh rojên Rojiyê de Cemxaneya Dêrsimê di fitarê de xwarinê dide bawermendan. Bi vî awayî pîr û taliv li ser heman sifreyê fitara xwe vedikin.
Pîrê Cemxaneya Dêrsimê Mehmed Xalîs ji Rûdawê re wiha got: “Bawermendên elewî ji berbanga sibê heta roj biçe ava û tarî bikeve erdê tişt naxwin û venaxwin. Piştî fitarê jî xwarinên wekî goşt, sîr, pîvaz naxwin û avê jî venaxwin. Li şûna avê tiştên wekî dew û çay vedixwin. Herwiha rojîgir ranabin paşîvê.”
Bawermenda elewî ya bi navê Gulistan jî got: “Ji ber Rojiya Dozdeh Îmaman ji bo Îmam Husên û 73 hevalên wî yên li Kerbaleyê hatine kuştin jî tê girtin, wekî rojiya şîn û şîwenê jî tê binavkirin. Lewma bawermend di vê rojiyê serê xwe naşon, rih û porên xwe û pûrtên canên xwe kurr nakin.”