Pêşmerge rê neda DAIŞê ku sûd ji keşûhewayê wergire

03-10-2015
RÛDAW
A+ A-

Dihok (Rûdaw)- Çekdarên DAIŞê şevê din li çend eniyan hewl dan ku sûd ji toz û keşûhewayê wergirin, lê Hêzên Pêşmerge li hemû eniyan ew hewlên wan têk birin.

Çavkaniyekî ji Hêzên Pêşmerge ji Rûdawê re ragihand: “Şevê din li eniyên Şingal, Xazir, Başîk, Kerkûk û Keskê tevgera çekdarên DAIŞê hebe û hewl dan êrişî çeperên Pêşmerge bikin, lê li hemû eniyan Hêzên Pêşmerge li wan dan û hewlên wan têk birin.”

Wî çavkanî wiha got: “Li wan eniyan çepçûn derketin û hemû Pêşmerge selamet in û ziyanên DAIŞê zêde ne, lê em hejmara kuştiyên wan nizanin.”

Şevê din toz û ecac û baran li Herêma Kurdistanê rabû, ji ber wê tozê kesî nema ber xwe didît.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst