Hêmin Hewramî: Eger tezkere birastî li dijî DAIŞê be em piştgirî dikin

03-10-2014
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Berpirsê Pêwendiyên Dîplomatîk ên PDKê Hêmin Hewramî li ser tezkereya Tirkiyeyê ya operasyonên serbazî li derveyî sînor diyar kir, eger armanca Tirkiyeyê ji vê yekê lêdana DAIŞê be ew piştgirî dikin. Hewramî her wiha ragihand, di şerê li djî DAIŞê de di navbera Herêma Kurdistanê û PYDê de hemahengiyek baş heye.

Berpirsê Pêwendiyên Dîplomatîk ên PDKê Hêmin Hewramî beşdarî bernameya Rûdawa Îro ya Rûdawê bû û berisva pirsên Hîwa Cemal da.

Hêmin Hewramî li ser şandina hêzên Pêşmerge bo parastina Kobanî got, heta niha ne PYDê ne jî hêzên din ên Rojavayê Kurdistanê bi fermî daxwaza şandina hêzên Pêşmerge û çekdar nekirine û wiha got: “Lê li gorî min tenê êrişên hewayî dikarin qedera şerê PYD û DAIŞ diyar bikin.”

Hewramî anî ziman ku ji bo şandina hêzên pêşmerge jî divê parlamento biryar bide lê heta niha ne parlamentoyê biryareke wiha daye ne jî hêzên siyasî biryarek wisa dane.

Li gorî Hewramî di şerê li djiî DAIŞê de di navbera Herêma Kurdistanê û PYDê de hemahengiya baş heye bi taybet li deverên Rebîe û Til Koçerê ev hemahengî aktîftir û bihêztir e.

Wî rayedarê PDKê ji PYDê xwest ku bi hêzên din ên Rojava re bibe yek û hemû bi hev re bibin beşek ji hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê.

Li ser helwest û beşariya Tirikiyeyê di şerê li dijî DAIŞê de jî Hêmin Hewramî got, eger Tirkiye vê yekê bike dê bandoreke pozîtîf li ser rewşê bike û wiha axivî:

“Eger Tirkiye bikaribe pêşiya wan komên terorîstî bigire yên ku ji welatên din tên dixwazin derbasî Sûriyê bibin dê bandoreke baş bike.”

Berpirsê Pêwendiyên Dîplomatîk ên PDKê li ser tezkereya Tirkiyeyê jî got, eger birastî Tirkiye dixwaze li DAIŞê bide Herêma Kurdistanê dê piştgirî bike.

Derbarê avakirina “herêma tampon-aram” li nav Rojavayê Kurdistanê de jî Hewramî diyar kir, Tirkiye heta bi wan hêzên ku şerê DAIŞê dikin re tifaqê neke nikare serkeftî be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst