Komîteya Amadekar a KNK dîsa dest bi civînên xwe dike

03-10-2013
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hat zanîn, Komîteya Amadekar a Kongreya Netewî ya Kurd (KNK) dê dîsa dest bi amadekariyên kongrê bike û roja 8ê îlona 2013 dest bi civînên xwe bike.

Herî dawî ji ber hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê KNK hatibû paşxistin û civînên komîteya amadekar jî hatibûn sekinandin.

Endamê komîteya amadekar a KNKê Xefûr Mexmûrî ji Rûdawê re ragihand ku komîte dê roja 8ê îlonê bicive û li ser rojeva kongrê û çawaniya karkirina komîsyonên kongrê gotûbêj bike.

Mexmûrî her wih diyar kir ku komîteya amadekar dê li ser sîstema karê kongrê jî raporekî amade bike.

Tê gotin jibilî 600 delegeyên kongrê ku ji hemû beşên Kurdistanê beşdar dibin, gelek mêvanên biyanî jî dê beşdarî kongrê bibin. Heta niha nehatiye zelalkirin ka her beşek kurdistanê dê çend delegeyên xwe di kongrê de hebe lê hatiye gotin ku her beşeke Kurdistanê dikare bixwe endam û delegeyên xwe destnîşan bike.

Yek ji mijarên din ên ku dê di civînên komîte û komîsyonên kongrê de were gotûbêjkirin, sîstema serokatiya kongrê ye. PKK û partiyên nêzîkî wê dibêjin bila sîstema serokatiya kongrê hevserokatî be, lê heta niha ev mijar nehatiye vekirin.

Destpêkê biryar bû KNK roja 24ê Tebaxa 2013 were sazkirin lê paşê bo roja 15ê Îlona îsal hat paşxistin. Cara sêyem jî ji ber hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê hat paşxistin û biryar hat dayîn rojên 25-26-27 ên Mijdara 2013 bê lidarxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst