AMED - Leşkerek 'bi guleya hevalê xwe' hat kuştin

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Farqînê ya Amedê leşkerek ji ber “teqîna çeka hevalê xwe” mir.

Derbarê bûyerê lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Li gorî zanyariyan, li navçeya Farqînê ya Amedê leşkerê bi navê Yavuz Guney "bi guleya qezayê ya çeka hevalê xwe" hat kuştin.

Hat ragihandin ku hevalê Yavuz Guney ê 28 salî dema çeka xwe paqij dikir çeka wî teqiyaye û fîşekek li Yavuz Guney ketiye.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê hatin cihê bûyerê û wan Yavuz Guney bir Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê.

Lê ew li nexweşxaneyê ji mirinê nefilitiye.

Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Wezîrê Karên Navxwe ê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya jî di daxuyaniyekê de diyar kir ku Guney di encama qezaya çekê de miriye.

Hat ragihandin ku Yavuz Guney xelkê parêzgeha Orduyê ya Tirkiyeyê ye.