Li gundekî Qersê 650 kes bê av mane

Hewlêr (Rûdaw) – Li gundê Gulantepeyê Qersê welatî ji ber nebûna avê dinalin û gund bi temamî bê av maye.

Gundê yê Gulantepeyê girêdayî navçeya Qamuşanê ya Qersê ye.

Li gorî gotina welatiyan, nifûsa gund 650 kes e û ew aniha bê av in.

Ji bilî xelkê gund, 2 hezar û 200 pez jî hene û ew jî bê av mane.

Li gorî gotina xelkê gund, wan serî li parêzgariya Qersê, qaymeqamiyê û avahiya AK Partiyê ya Qersê daye û derdê xwe ji wan re gotiye lê ti kesî ji wan re ti tiştek nekiriye.

Aniha wan dîsa xwestiye hevdîtinan bikin lê ti kesî bi wan re hevdîtin nekiriye û kes ne çûye gund û li derdê wan guhdarî nekiriye.

Ew dibêjin, êdî nizanin serî li kû bidin û dibêjin heta ku çareyek ji rewşa wan re neyê dîtin ew dê êdî her roj çalakiyan li dar bixin.

Gundî dixwazin, serokkomar û rayedar ji vê pirsgirêka wan re çareyekê bibînin.

“Av li gund nîne û ti kes pirsgirêka me çareser nake”

Gundiyê bi navê Hasan Karadag behsa pirsgirêa avê a li gund kir û wiha axivî:

“Li gundê me av tune. 650 kes ji ber bê aviyê dinalin. 2 hezar û 200 serî pezê me ji bêaviyê dinale û me berê xwe daye asmanan hewara xwe digihînin Xwedê.

Me ji her kesî re derdê xwe got, ti kesî derdê me çareser nekir. Me berê ji parêzgariyê û qaymeqamiyê re rewşa xwe gotiye.

Em îro jî hatin parêzgariyê tevî ku parêzgar li vir bû gotin ne li vir e û me nekarî wî bibînin.

Em çûn Navenda AK Partiyê, em çûn cem parlementeran jî lê bi me re neaxivîn û derfet nedan em derdê xwe ji wan re bibêjin.

Berê gundê me 250 mal bûn niha 100 mal mane. Sê kaniyên me hebûn her sê jî çikiyane û niha av li gund nîne."