Di êrişa Tirkiyeyê de berpirsekî Asayîşê canê xwe ji dest da

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Giştî ya Hêzên Navxwe ya Rojavayê Kurdistanê eşkere kir ku berpirsekî wan li Qamişloyê di êrişa droneke Tirkiyeyê de canê xwe ji dest da.

Droneke Tirkiyeyê li taxa Um El Fursanê YA bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê otombîleke Asayîşê bombebaran kir.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Eewlehiya Hundirîn a Rojavayê Kurdistanê jî li ser êrişê daxuyaniyek belav kir û piştrast kir ku li berpirsekî wan di êrişa droneke Tirkiyeyê de canê xwe ji dest daye.

Otomobîla berpirsê me hat bombebarankirin

Li gorî daxuyaniyê, êriş îro saet 13:30î çebûye cihê erebe lê hatiye hedefgirtin, xala hêzên wan a girtiyên sûcên cînayet û madeyên hişbir e.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Di encama hedefgirtinê de hevalekî me yê ku di rêvebertiya bajarê Qamişloyê de cih digirt şehîd ketiye.

Ev armanc hewldaneke eşkere ye ku tevliheviyekê di wê xalê de derxin, sûcdar îsyan bikin û piştre karibin birevin.

Lê hêzên hişyar nehişt tevlihevî di wê nuqteyê de derkeve.”

Divê were gotin, Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê belav kiribû ku otomobîla berpirsekî Asayişa Rojavayê Kurdistanê di hewşa girtîgeha gundê Um El-Fursanê yê Qamişloyê de hatiye bombebarankirin.