STENBOL- Gelo dê pirsgirêka taksiyan çawa çareser bibe?
Hewlêr (Rûdaw) – Yek ji pirsgirêkên sereke yên Stenbolê çûnûhatina giştî ye û taksiyên taybet e. Taksî têra şêniyan nakin û ajokar li gorî dilê xwe rêwiyan distînin.
Li bajarekî wekî Stenbolê mezin ku li gorî amarên fermî 16 milyon kes lê li gorî amarên ne fermî 20 milyon kes tê de dijîn.
Yek ji pirsgirêkên sereke yê Stenbolê çûnûhatin ango veguhestina giştî ye.
Di nava amûrên veguhestinê de taksî jî cihekî girîng digirin û bi salan e xelk û geştyar gazinan ji taksiyan dikin.
Hejmara taksiyên Stenbolê li derdora 18 hezar û 400î ye lê li gorî hejmara bajar kêm e û teksîcî mişteriyan hildibijêrin.
Çavên taksîciyan zêdetir li ser wergirtina geştyaran e û naxwazin niştecihên bajêr wergirin.
Ew jî dibe sedem ku xelk nekaribin bi asanî xwe ji cihekî bigihînin cihekî din.
Hinek ji wan dibêjin, dewama min temam bû, hinek dibêjin ez diçim kesekî din hilgirim û behaneyên bi vî rengî didin pey hev û rêwî li ser cadeyan dimînin.
Şêniyê Stenbolê yê bi navê Kerîm Atli li ser pirsgirêka taskiyan wiha got:
“Gelek caran ez li rê mame. Dibêjin seata min tije bûye yan ez diçim mişteriyan û bahaneyên din dibînin.
Bi taybetî li vê deverê mişteriyan ranakin. Niha ez dê careke din biceribînim.”
“Em bi pereyê xwe li rêyan dimînin”
Şêniya Stenbolê ya bi navê Nazmiye Yildizê jî ji helwestên taksîciyan neraziye û wiha dibêje:
“Em telefona wan dikin nayên. Em têne ser cadeyê me ranakin. Ez gelekî li rê dimînim. Barê te hebe bi zorê te dibin. Em bi pereyê xwe li rêyan dimînin.”
Şaredariya Stenbolê bi salan e hewl dide hejmara teksiyan zêde bike lê nûnertiyên wezaretan ên di Navenda Koordinasyona Ragihandinê de destûra vê yekê nadin.
Herî dawî biryar hat dan ku du 2 hezar û 500 teksî bêne zêdekirin lê ew jî têr nake.
Li bajarên mezin yên cîhanê serê 200-300 kesî teksiyek dikeve lê li Stenbolê her hezar kesî teksiyek dikeve.
“Sektor ketiye destê tefeciyan”
Ew jî wisa dike ku teksîcî bi kêfa dilê xwe tevbigerin.
Li gorî ajokarê bi navê Cemal Teykuz jî sektora taksiyan ketiye destê tefeciyan.
Cemal Teykuz amaje bi rewşa ajokaran jî kir û wiha got:
“Çareserî zêdekirina hejmara taksiyan nîne. Divê qelîte zêde bibe.
Ajokar divê jo bo xwe pere qezenc bike. Pereyê mazotê bide. Perê xwediyê seyarê bidê û ew jî têra wî nake.
Li hêla din ew kar ketiye destê tefeciyan û rant heye. Sektor ketiye destê 5-6 tefeciyan.”
“Xelk ji ditirse li taksiyan siwar bibe”
Ajokarê bi navê Kamîl Ahdût jî amaje bi wê yekê kir ku kî destê xwe li wî rake ew wan distîne taksiya xwe.
Kamîl Ahdût da zanîn ku dema rêya rêwan kêm be gelek ajokar wan nastînin û êdî ditirse li teksiyan siwar bibe.
Rêbazên teksiyan yên wekî Uber û tercîhên din nînin. Desthilat jî niha haziriyekê dike da ne bi destê şaredariyê lê bixwe hejmara teksiyan bike 31 hezar lê pirsgirêk tenê ne hejmar e.
Ji ber ku karê teksiyan ji hêla hin derdoran ve hatiye rapêçkirin sîstem wekî sîstemê mafyayê bûye û pirsgirêk çareser nabe.