AA: Birêvebirê tora pereyan a MOSSADê hat girtin

03-09-2024
RÛDAW
Nîşan Liridon Rexhepi MÎT MOSSAD Îsraîl Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Ajansa Anadoloyê (AA) ragihand ku birêvebirê tora pereyan a MOSSADê li Tirkiyeyê hat girtin.

AAyê ragihand ku li gorî agahiyên ji çavkaniyên ewlehiyê hatine hildan, hat tesbîtkirin ku Liridon Rexhepi tora pereyan a MOSSADê ya li Tirkiyeyê bi rê ve dibe.

Li gorî îdiayan, hatiye tesbîtkirin ku Rexhepi bi telîmatên Serwîsa Îstixbaratê ya Îsraîlê, bi dronan dîmen girtine û li dijî siyasetmedarên Filistînî çalakiyên psîkolojîk bi rê ve birine.

AAyê her wiha ragihand, derketiye holê ku Rexhepi derbarê qada Sûriyeyê agahî ber hev kirine.

Li gor îdiayên AAyê, MÎTê tesbît kir ku Rexhepi bi rêya Western Unîonê re ji bo endamên wan ên li Tirkiyeyê re gelek caran pere şandine.

Liridon Rexhepi di encama xebatên hevbeş ên MÎTê yên bi Rêveberiya Ewlehiyê ya Stenbolê re 30ê Tebaxê hat desteserkirin.

Hat gotin ku Rexhepi di îfadeya xwe ya li ewlehiyê de qebûl kir ku pere transfer kirine û li dadgeriyê hat girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst