Li ser rêya Merîwan-Sineyê qezaya trafîkê: Kesekî canê xwe ji dest da, 5 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li ser rêya Merîwan-Sineyê di bûyereke trafîkê de kesekî canê xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûn.

Doh piştî nîvro li ser rêya bajarên Merîwan û Sineyê yên Rojhilatê Kurdistanê 2 otomobîl li hev qelibîn.

Di encama qelibîna her du otomobîlan de kesekî canê xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûn.

Li Merîwanê di 2 rojên borî de 3 kesan di qezayên trafîkê de canê xwe ji dest da û 10 kes jî birîndar bûn.

Du xortên 15 û 16 salî roja şemiyê li ser rêya Merîwan û Sewlawayê di encama qelibîna barhilgir û otombîlekê de canê xwe ji dest da.

Li aliyê din, şeva înê li ser rêya Merîwan-Deriyê Sînorî yê Başmaxê di encama qezayeke 2 otombîlan de 5 kes birîndar bûn.

Li gorî amarên fermî, ji 21ê Adara 2021ê heta 21ê Adara 2022yan li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê 19 hezar û 490 kes di bûyerên trafîkê de canê xwe ji dest da.

Ji wan 15 hezar û 439 kes mêr û 4 hezar û 510 kes jî jin bûn.

Di heman demê de 369 hezar kes di qezayên trafîkê de birîndar bûn.