Li Kerkûkê zêdetirî 40 ciwanên Kurd hatine desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) – Li Kerkûkê zêdetirî 40 ciwanên Kurd ji aliyê Dijî Terora Iraqê ve hatine desteserkirin.

Ew ciwanên Kurd ên ku hatine desteserkirin dê li gorî madeya 4an a terorê bêne darizandin.

Li gorî Nûçegihanê Rûdawê Herdî Mihemed, dê îro yekem rûniştina darizandina were kirin.

Li Kerkûkê danê sibehê qedexeya çûnûhatinê ya 24 demjimêran hat rakirin lê heta niha jî hêzên ewlehiyê li taxên Kurdan in.

Berdevkê Polîsê Kerkûkê Amir Şiwanî diyar kiribû ku hebûna wan hêzan “ji bo parastina jiyana xelkê û ji bo nehîştina wê ye ku kesek bi her navekî sûdê ji rewşê wernegire ku li dijî şêniyên wan taxan tiştekî xirab bike.”

Li parêzgeha Kerkûkê ya Başûrê Kurdistanê piştî ku alîgirên Heşdî Şeibiyê li dijî biryara vegera PDKyê rêya Kerkûk-Hewlêrê girt, Kurdan jî doh li dijî girtina rêyên bajêr xwepêşandanek li dar xist.

4 Kurdan canê xwe ji dest da, 15 kes birîndar in

Berdevkê Polîsê Kerkûkê Amir Şiwanî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihandibû:

“Heta niha 4 xwepêşanderan canê xwe ji dest daye û 15 kes jî birîndar bûne ku birîna yekî ji wan giran e.”