Li Kerkûkê 7 endamên hêzên ewlehiyê hatin desteserkirin: Gule li Kurdan reşandibûn

03-09-2023
RÛDAW
Nîşan Kerkûk Kurd Gulebaran Heşda Şeibî Desteserkirin
A+ A-

(Rûdaw) - Di xwepêşandanên doh ên li Kerkûkê de 7 endamên hêzên ewlehiyê yên ku gule li xwepêşanderên Kurd reşandibûn û 4 ciwanên Kurd şehîd kiribûn, hatin desteserkirin.

Li parêzgeha Kerkûkê ya Başûrê Kurdistanê piştî ku alîgirên Heşdî Şeibiyê û Ereb û Tirkmenên ku ji derveyî bajêr anîbûn li dijî biryara vegera PDKyê rêya Kerkûk-Hewlêrê girtin.

Kurdan jî li dijî girtina rêyên bajêr xwepêşandanek li dar xistin.

Di xwepêşandanan de endamên hêzên ewlehiyê gule li xwepêşanderên Kurd reşandin.

Di encama gulereşandina hêzên ewlehiyê de 4 ciwanên Kurd şehîd ketin û 15 kes jî birîndar bûn.

Ji ber mudaxeleya tund û kujer a duh li bajêr lêpirsîn hat destpêkirin.

Di encama lêpirsînê de 7 endamên hêzên ewlehiyê bi tohmeta şehîdkirina 4 ciwanên Kurd hatin desteserkirin.

Herwiha hat ragihand ku lêpirsîn berdewam dike.

Li Kerkûkê çi bûbû?

Artêşa Iraqê û hêzên Heşdî Şeibî di 16ê Cotmeha 2017an de derbasî bajarê Kerkûkê bûbûn.

Artêşa Iraqê û hêzên Heşdî Şeibî avahiya Partiya Demokrata Kurdistanê vala kir û avahiyê kirin navenda Fermandeya Operasyonê.

Li parêzgehên Îraqê û Kerkûkê dê 18ê Kanûna Pêşîn hilbijartinên encumenên parêzgehan bên lidarxistin.

Beriya hilbijartinan Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şîya Sûdanî ferman dabû ku avahî careke din radestî PDKyê were kirin.

Piştî vê biryarê, roja 25ê Tebaxê komek alîgirên Heşdî Şeibî û Erebên ku ji derve anîbûn li ber avahiyê kon vedabûn û rêya Kerkûk-Hewlêrê ji trafîkê re girtibûn.

Piştî vê rewşê, doh Kurd li herêma Rehîmawa ya Kerkûkê kom bûn û xwepêşandanek li dar xistin û xwestin ku rêya Hewlêr-Kerkûkê bê vekirin.

Dema ku xwepêşanderên Kurd nêzîkî devera ku çalakvanan berê rê lê girtibûn bûn, hêzên ewlehiyê gule li wan reşandin.

Polîsê Kerkûkê ragihand ku heta niha 4 kesan canê xwe ji dest daye û 15 kes jî birîndar bûne.

Berdevkê Polîsê Kerkûkê Amir Şiwanî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku rêya Hewlêr û Kerkûkê jî bi fermî hatiye vekirin û hemû kelûpelên ku rê pê girtibûn hatin rakirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst