Li Kerkûkê hêzeke zêde li taxên Kurdan hatiye bicihkirin

03-09-2023
RÛDAW
Nîşan Kerkûk Xwepêşandan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li taxên Kerkûkê yên ku Kurd zêdetir lê dijîn hêzeke zêde ya ewlehiyê hatiye bicihkirin.

Di nav hêzên ku hatine bicihkirin de Hêzên Dijî Terorê yên Iraqê, artêş û polîs jî hene.

Berdevkê Polîsê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê ragihand ku ew hêz ji bo parastina jiyana xelkê ne û astengiyên çûnûhatinê ji kesî re çênake.

Li Kerkûkê danê sibehê qedexeya çûnûhatinê ya 24 demjimêran hat rakirin lê heta niha jî hêzên ewlehiyê li taxên Kurdan in.

Berdevkê Polîsê Kerkûkê Amir Şiwanî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand:

“Hêzên Dijî Terorê, artêş û polîsê Kerkûkê li çend taxan mane.”

Amir Şiwanî diyar kir ku hebûna wan hêzan “ji bo parastina jiyana xelkê û ji bo nehîştina wê ye ku kesek bi her navekî sûdê ji rewşê wernegire ku li dijî şêniyên wan taxan tiştekî xirab bike.”

“Armanc parastina xelkê ye”

Welatiyekî ji taxa Rehîmawayê ya Kerkûkê ji Rûdawê re ragihand ku hemû kolan ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine dagirkirin.

Amir Şiwanî jî li ser vê yekê anî ziman:

“Hêz dê astengiyên çûnûhatinê ji kesî re çêneke û armanca wan tenê parastina xelkê ye.”

Li parêzgeha Kerkûkê ya Başûrê Kurdistanê piştî ku alîgirên Heşdî Şeibiyê li dijî biryara vegera PDKyê rêya Kerkûk-Hewlêrê girt, Kurdan jî li dijî girtina rêyên bajêr xwepêşandanek li dar xist.

4 Kurdan canê xwe ji dest da, 15 kes birîndar in

Berdevkê Polîsê Kerkûkê Amir Şiwanî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihandibû:

“Heta niha 4 xwepêşanderan canê xwe ji dest daye û 15 kes jî birîndar bûne ku birîna yekî ji wan giran e.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst