Balyozxaneya Amerîkayê ya Sûriyeyê: HSD û eşîrên Dêrezorê li ser rawestandina şer li hev kir

Hewlêr (Rûdaw) - Balyozxaneya Amerîkayê ya Sûriyeyê ragihand ku HSD û Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê bi navbeynkariya Amerîkayê li hev kir ku şer rawestînin.

Şeva yekşemê hêzên taybet ên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li parêzgeha Dêrezorê operasyoneke berfireh a bi navê “Xurtkirina Ewlehiyê” dabû destpêkirin.

Balyozxaneya Amerîkayê ya Sûriyeyê li ser lihevkirina li Dêrezorê ragihand:

“Cîgirê Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê yê Karûbarên Rojhilata Navîn Isan Goldrich û Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî Joel Vowell li Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê bi HSD, MSD û serokên êlên Dêrezorê re civiyan.”

Balyozxaneya Amerîkayê ya Sûriyeyê herwiha got:

“Wan li ser giringiya çareserkirina pirsgirêkên xelkê Dêrezorê, metirsiya destwerdana derve, rêgirtin li mirin û birîndarbûna sivîlan û kêmkirina aloziyan li hev kirin.”

Çi rû da?

Şeva yekşemê hêzên taybet ên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li parêzgeha Dêrezorê operasyoneke berfireh a bi navê “Xurtkirina Ewlehiyê” dabû destpêkirin.

Di operasyonên HSDyê de serokê Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê Ehmed el-Xebîl Ebû Xewle û çend kesên nêzîkî wî hatibûn desteserkirin.

Piştî desteserkirina serokê Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê Ehmed el-Xebîl Ebû Xewle, li herêmê alozî gur bûn.

Li ser vê yekê, alîgirên Ebû Xewle êrişî xalên HSDyê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir.

Herwiha çekdarên din jî êrişî binkeya HSDyê ya li bajarokê El Besîrayê yê li gundewarê rojhilatê Dêrezorê kir.

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihandiye ku di şer û pevçûnan de heta niha herî kêm 52 kes hatine kuştin.