Li Dêrsim û Semsûrê 2 kes di avê de xeniqîn

03-09-2023
RÛDAW
Nîşan Dêrsim Semsûr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li her du parêzgehên Bakurê Kurdistanê Dêrsim û Semsûrê 2 kes di avê de xeniqîn.

Li navçeya Çemizgezekê Mehmet Ç. yê ji gundê Axgiyê ku roja 1ê Îlonê ji bo nêçîra masiyan bi belema xwe çû nav Gola Bendava Kebanê wenda bû.

Li ser agahdarkirina malbata wî di nav golê de lêgerînê dest pê kir.

Tîmên ji Dêrsim, Xarpêt û Amedê di encama xebata du rojan de îro termê Mehmet Ç. ji golê derxist.

Termê Mehmet Ç. bir morga Nexweşxaneya Dewletê ya Çemizgezekê.

Li aliyê din li navçeya Kolikê ya Semsûrê jî Onur Narci yê 8 salî ku bi malbata xwe re ji bo seyranê çûbû cem Pira Cendereyê ket Çemê Kolikê û avjenî kir.

Onur Narci piştî demekê li ber avê çû.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

 Welatiyên li kêleka çem bi hewlên xwe Narci ji nav avê derxist.

Tîmên tenduristiyê Narcî bir Nexweşxaneya Dewletê ya Kolikê lê tevî midaxeleya li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst