HSDyê derbarê civîna bi Hevpeymaniya Navdewletî re daxuyanî da

03-09-2023
RÛDAW
Nîşan HSD Dêrezor
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) derbarê civîna xwe bi Hevpeymaniya Navdewletî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) derbarê civîna xwe bi Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê daxuyaniyek weşand.

Navenda Ragihandinê ya HSDyê, ragihand ku civîna wan bi Cîgirê Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Amerîka Ethan Goldrich û fermandar lîwa Joel Foyle bûye.

Li gorî daxuyaniya HSDyê di civînê de rewşa Dêrezorê û destêwerdanên li wê herêmê hatine gotûbêjkirin.

Di wê civînê de, fermandariya HSDyê û rûspiyên eşîrên herêmê hebûn ku roleke erênî di hevgirtinê û piştgiriya xebatên avakirinê de lîstibûn.

Hat gotin ku HSD û eşîrên deverê yekdeng bûn derbarê bicihkirin û xurtkirina ewlehî û seqamgîriyê.

Li ser rewşa meydanî jî, di daxuyaniya HSDyê de tê gotin:

“Hêzên HSDyê bajarokê El-Bisêre û beşekî mezin ji El-Şihêl kontrol kir û tê çaverêkirin ku li bajarokê Zubyan operasyon yekalî bibe.”

HSDyê nîşan bi wê yekê jî daye ku kesê bi navê Îbrahîm El Hefel ji aliyê hêzên wan ve tê xwestin.

Li gorî daxuyaniyê Îbrahîm El Hefel bûye sedema rijandina xwîna şervanan, derbiderkirina welatiyên sivîl, têkdana saziyên xizmetguzariyê û gurkirina fitneyê li gorî daxwazên aliyên derve.

Ji 27ê Tîrmehê ve, piştî girtina fermandarê berê yê Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê Ebû Xewle rewşa wê parêzgehê necîgir e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst