Li Amedê bûyera trafîkê: Kesekî canê xwe ji dest da

Hewlêr (Rûdaw)  - Li navçeya Yenişehirê ya Ameda Bakurê Kurditanê, welatiyê ku otomobîl û barhilgirê lê da canê xwe ji dest da.

Li Taxa Çimenler a Yenişehirê li ser rêya Amed-Xarpêtê welatiyê bi navê H.Ç. yê 25 salî dema dixwest derbasî hember rê bibe otomobîlekê lê da û piştre barhilgirekê lê da.

H.Ç. li cihê bûyerê canê xwe ji dest da.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîma tenduristiyê termê H.Ç.  bir morga nexweşxaneyê.

Şofêrên otomobîl û barhilgirê hatin desteserkirin.