Hevpeymaniya Navdewletî banga rawestandina aloziya li Dêrezorê kir

03-09-2023
RÛDAW
Nîşan Hevpeymaniya Navdewletiya li dijî DAIŞê Dêrezor
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevpeymaniya Navdewletiya li dijî DAIŞê di daxuyaniyeke xwe de banga “demildest” rawestandina şer û pevçûnên Dêrezorê kir.

Hevpeymaniya Navdewletiya li dijî DAIŞê herwiha piştgiriya xwe ya ji bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî dubare kir.

Hevpeymaniya Navdewletî diyar kir ku bêîstiqrariya herêmê ji ber aloziyên vê dawiyê ye û got:

“Bû sedema mirineke trajîk û ne pêwîst.

Pir girîng e ku hemû serkirdeyên xwecihî li hemberî aliyên xêrnexwaz ên ku soza tiştên mezin didin lê tenê bextreşiyê ji gelê herêmê re tînin rawestin.”

Hevpeymaniya Navdewletî destnîşan kir ku ev rewş xizmeta vejandina DAIŞê ya li herêmê dike.

Hevpeymaniya Navdewletî di daxuyaniya xwe de herwiha anî ziman:

“Em piştgiriya xwe ya ji bo HSDyê didomînin, em hemû aliyan teşwîq dikin ku şer rawestînin daku bigihêjin çareseriyek.

Ew jî rê dide me ku em bala xwe bidin ser armanca xwe ya hevpar ku jinavbirina DAIŞê ye.”

Çi rû da?

Şeva yekşemê hêzên taybet ên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li parêzgeha Dêrezorê operasyoneke berfireh a bi navê “Xurtkirina Ewlehiyê” dabû destpêkirin.

Di operasyonên HSDyê de serokê Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê Ehmed el-Xebîl Ebû Xewle û çend kesên nêzîkî wî hatibûn desteserkirin.

Piştî desteserkirina serokê Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê Ehmed el-Xebîl Ebû Xewle, li herêmê alozî gur bûn.

Li ser vê yekê, alîgirên Ebû Xewle êrişî xalên HSDyê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir.

Herwiha çekdarên din jî êrişî binkeya HSDyê ya li bajarokê El Besîrayê yê li gundewarê rojhilatê Dêrezorê kir.

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihandiye ku di şer û pevçûnan de heta niha herî kêm 52 kes hatine kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst