Galeriya wêneyan

03-09-2022
18 Photos
Bilind T. Abdullah

Toz û barana ji nişka ve li Çiyayê Helgurdê ku li herêma Balekayetî ya Hewlêrê xwe nîşan da, bandor li hilberîna hingivê organîk kir.

Cotkar dibêjin hilberîna hingivîn li herêmê îsal %50 kêm bûye.

Mêşvanan diyar kirin ku demsala behvkirina hingivîn dest pê kiriye û ji ber guherîna avhewayê bi taybetî ji ber zêdebûna tozê îsal hilberîna hingiv kêm bûye.

Mêşvan Cebbar Nabî Axa ku zêdeyî 15 sal in bi vî karî re mijûl e wiha got: “Îsal ji ber toz û barana zû li herêmê hilberîna hingiv ji sedî 50 kêm bûye. Hingivê me %100 xwezayî ye. Mêşên me yên hingivîn li vê herêmê sûdê ji nektara kulîlkan werdigirin, lê îsal toz û barana ji nişva ve zirareke mezin da nektarê û hilberîna hingiv kêm kir."

Ji ber kêmbûna hilberîna hingiv, li gorî par nirxê hingiv zêde bû. Par nirxê kîloyek 40-50 hezar dînarê Iraqî bû, îsal 60-70 hezar dînarê Iraqî ye.

Li Herêma Kurdistanê eger hewa guncaw be û barîna baranê jî têrê bike mêş salê du caran hingiv çêdikin.

Berhevkirina hingiv biharê di nîvê Gulanê de dest pê dike û heya hezîranê berdewam dike. Berhevkirina havînê li gorî herêmê ji nîvê Tebaxê heta dawiya meha Îlonê berdewam dike.

Foto: Bilind Tahîr / Rûdaw