Parêzerên Semra Guzel: Îdiayên derbarê girtina Guzel de tên gotin ne rast in

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzerên Parlamentera HDPê ya Amedê Semra Guzel ku doh hatibû desteserkirin dibêjin, piştî rawestandina du demjimêran ligel Guzel hevdîtin kirine û îdîayên Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ne rast in.

Parlamentera HDPê ya Amedê Semra Guzel ku Adara îsal li Parlamentoya Tirkiyê parêzbendiya wê hatibû rakirin doh 2ê Îlona 2022ê li navçeya Silivri ser bi parêzgeha Stenbolê ya Tirkiyê hat desteserkirin.

Lê ligel hewldanên parêzeran rê bo hevdîtinê nehatibû dayîn û di demjimêrên dereng ên şevê de endamê Şaxa Stenbolê ya Komeleya Hiqûqnasan bo Azadiyê (OHD) Bulent Aşa derbarê mijarê de li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek belav kir û got: “Piştî demeke dirêj rawestandin me karî ligel Guzel hevdîtinê bikin. Ew nûçeyên ku desthilatê belav kirine bi giştî operasyoneke berevajîkirinê û bêrûmetkirinê ne. Îdîayên bikaranîna perukê û hewla derbaskirina sînorê Tirkiyê ne rast in.”

Weysi  Eski jî ku yek ji parêzerên Semra Guzel e li ser hesabê xwe yê Twîtterê derbarê bûyerê de peyamek belav kir û dibêje: “Em zêdeyî 2 demjimêran hatin rawestandin. Di hevdîtinê de Semra Guzel bi xwe got, ew di nav sînorê Stenbolê de hatiye desteserkirin û nasnameya sexte û peruk jî bikar neanîne.”

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê derbarê desteserkirina Semra Guzel de doh ragihandibû, “Tîmên terorê yên Rêveberiya Ewlekariya Stenbolê û MÎTê bi xebata hevbeş, Parlamentera HDPê ya Amedê ya heyama 27emîn Semra Guzel ku Dadgeha Enqerê derbarê wê de bi tawanê `Endamtiya Rêxistina Terorê` biryara desteserkirinê dabû, li ser rêya Edirneyê bi nasnameyeke sexte ku bi navê Mehtap Şahan hatibû çêkirin, hatiye desteserkirin.”

Serdozgeriya Komarê ya Enqerê, 24ê Adara 2022ê derbarê Parlamentera HDPê ya Amedê Semra Guzel de ku li Parlamentoya Tirkiyê parêzbendiyê wê hatibû rakirin biryara girtînê da. Wê demê hatibû îdiakirin ku Semra Guzel derketiye derveyî welat.