Rêveberiya Partiya DEVAyê ya Şemrexê dest ji kar kişand

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Partiya DEVAyê yê navçeya Şemrex a Mêrdînê Zeynelabîdîn Aydin ragihand, wî, tevî rêveberiya xwe ji dest ji kar kişandiye.

Li navçeya Şemrex a Mêrdînê yê Bakurê Kurdistanê Serokê navçeya Partiya DEVAyê Zeynelabîdîn Aydin û hin rêveberan ji kar kişandina xwe ragihandin.

Aydin li ser hesabê xwe yê Twitterê Serokê Giştî yê Partiya DEVAyê Alî Babacan û Serokê Karên Rêxistinê Sadullah Ergîn jî zêde kir û got, “Me ji erka xwe ya serokatiya navçeya Şemrexê û lijneya rêveberiya Partiya DEVAyê îstifa kir. Em ji bo piştgiriya wan spasiya hemû gelê Şemrexê dikin.”