Rêveberiya Xweser 600 dibistan ji bo sala nû ya xwendinê amade kirine

03-09-2022
RÛDAW
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Sala Xwendinê Dibistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê, li Herêma Ferat bêhtir ji 600 dibistanan ji bo sala nû ya xwendinê amade kirine.

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser li Herêma Ferat ragihand ku, wan amadekarî ji bo sala nû ya xwendinê kirine û di wê çarçoveyê de jî, bêhtir ji 600 dibistanê, li navçeyên cuda yên wê herêmê, ji bo hemû qonaxên xwendinê amade kirine.

Li gorî zanyariyên Desteya Perderdeyê, wan mamoste li gorî pêwîst li ser wan dibistanan dabeş kirine û çavdêriya karên çaksaziyê ji bo dibistanan jî dikin.

Biryar e sala nû ya xwendinê ya 2022-2023, li navçeyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilarê Sûriyê, herwiha Rojavayê Kurdistanê, ji bo rêveberên dibistanan, roja 11yê vê meha Îlonê destpê bike, lê xendekar dê roja 18yê vê meha Îlonê dest bi dewamê bikin.

Hevdem Desteya Perwerdeyê biryar daye ku cilûbergên xwendekaran li hemû dibistanên Rêveberiya Xweser yek bin.

Ev nêzî  11 sal e fêrkirin bi rêbazên hikûmeta Sûriyê li navçeyên Rêveberiya Xweser hatiye rawestandin û li şûnê  Desteya Perwerdehiyê ya Rêveberiya Xweser proseya xwe ya xwendinê sepandiye, Hikumeta Sûriyê bi wê yekê razî nabe.

Li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên Rêveberiya Xweser, xwendekar bi sê zimanên Kurdî, Erebî û Suryanî tên perwerdekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst