Hewlêr (Rûdaw) – Îsal hezaran kes hilperikîne ser Çiyayê Agiriyê û her bi sedan çiyager jî li quntarên çiyê amadekariya meşê bo lûtkeya Çiyayê Agiriyê dikin.
Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, piştî pandemiya Coronayê di serî de werzîşên xwezayî, çalakiyên werzîşî gelek zêde bûne. Di nav salekê de hejmara endamên Federasyona Çiyagerên Tirkiyê yên fermî ji %25 zêde bû û gihîşte 15 hezar kesan.
Xewna her çiyagerî ew e ku derkeve lûtkeya Çiyayê Agirî ku li ser asta Kurdistan û Tirkiyê çiya herî bilind e.
Serokê Federasyona Çiyagerên Tirkiyê Prof. Ersan Başar got, “Ji ber ku çiyayekî bilind e û taybetmendiyên wê yên din eleqeyeke zêde bo Çiyayê Agiriyê heye. Di sala 2022ê de heta niha ji 10 hezaran zêdetir çiyager hilkişiyane ser. Bi rastî hejmareke zêde ye. Plana me ew e heya dawiya salê 20 hezarî derbas bike. Eleqeyeke zêde bo vî çiyayî heye.”
Çiyager bi alîkariya hestiran heta quntarên çiya tên û piştre bi meş ber bi lûtkeya çiyê birê dikevin.
Çiyager Osman Ozten anî ziman, “Çiyayê Agiriyê efsanekeye cuda ye. Li hemû cîhanê wek efsane tê dîtin. Me jî piştî dît, em li hember sawa wê kelacanî bûn. Çiyayê Agirî wiha ye.”
Çiyayê Agiriyê bi bilindahiya 5 hezar û 137 metreyan bilindtirîn çiyayê Kurdistanê ye û qeşa û berfa li ser ti deman nahele. Herî dawî çiyagerên ji Rojhilatê Kurdistanê Alaya Kurdistanê li lûtkeya Çiyayê Agiriyê daleqandibûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse