Li Silêmaniyê êrîşa bombeyî li dijî berpirsekî Eniya Tirkmenî hat kirin

03-09-2022
RÛDAW
Di avahiya ku Necmeddîn Welî wek ofîs partiyê û mala xwe bi kar dianî de ji ber teqînê agir derket.
Di avahiya ku Necmeddîn Welî wek ofîs partiyê û mala xwe bi kar dianî de ji ber teqînê agir derket.
Nîşan Silêmaniyê Eniya Tirkmenî Necmeddîn Welî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê li dijî yek ji kadroyên pêşeng ên Eniya Tirkmen Necmeddîn Welî êrîşeke bombeyî pêk hat.

Peyamnêrê Rûdawê Erkan Elî ragihand ku li taxa Şêxan a Silêmaniyê, dema ku karmendên Eniya Tirkmenî ji ofîsa wî derdiketin, bombeyek ku berê di nav otomobîla Necmeddîn Welî de hatibû bicîkirin, teqiya.

Di avahiya ku Necmeddîn Welî wek ofîs partiyê û mala xwe bi kar dianî de ji ber teqînê agir derket. Di avahiyê de xisareke mezin çêbû.

Necmeddîn Welî yê ku bi giranî birîndar bû rakirin nexweşxaneyê.

Ji aliyê din ve Eniya Tirkmenî ku têkildarî êrîşê daxuyaniyek da, piştrast kir ku li Silêmaniyê li dijî kadroyên wan êrîşek hatiye kirin. Eniya Tirkmenan ev êrîş weke “êrîşeke terorîstî” bi nav kir û şermezar kir.

Eniya Tirkmenî di berdewamiya daxuyaniya xwe de daxwaz ji rêveberiya Herêma Kurdistanê kir, ku berpirsên êrişê eşkere bike û wan radestî dadgehê bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst