Peyama Demîrtaş li ser telîsê hestiyên ciwanê Kurd

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş di derbarê radestkirina hestiyên Hakan Arslan di telîs de got "Eger di nav civakê de dijberiyek çêbibe, divê kesên ji demokrasî û nirxên mirovahî yên gerdûnî bawer dikin û faşîst, diz wek du beran ji hev bên cudakirin. Divê di navbera kesên ku ev anîne serê Apê Elî Riza, yên ku ji vê re dibêjin 'oxweş' û yên ku vê êşê di dilê xwe de hîs dikin de bijardeyek hebe."

Hestiyên ciwanê Kurd, Hakan Arslan ê ku di dema qedexeya derketina derve ya 2ê Kanûna 2015an a li navçeya Sûr a Amedê de di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dabû, piştî 7 salan di telîsekî de radestî bavê wî kirin.

Ew şêwaza radestkirina cenazeyê wî ciwanê Kurd rastî gelek bertek û nerazîbûnan hat, bi awayekî ku medyaya cîhanê jî behsa wê kir û karîkatorîstê Îtalî Gianluca Costantini li ser wêneyê dema radestkirina cenaze karîkatorek çê kir.

Hevserokê Berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş ê ku ji salan 2016an ve li Girtîgeha Edîrneyê tê girtin di derbarê Hakan Arslan de li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek belav kir.

Demîrtaş di peyama xwe de wiha nivîsand:

"Eger di nav civakê de dijberiyek çêbibe, divê kesên ji demokrasî û nirxên mirovahî yên gerdûnî bawer dikin û faşîst, diz wek du beran ji hev bên cudakirin.

Divê di navbera kesên ku ev anîne serê Apê Elî Riza, yên ku ji vê re dibêjin 'oxweş' û yên ku vê êşê di dilê xwe de hîs dikin de bijardeyek hebe."