Piştî 5 mehan îro deriyên Perestgeha Lalişê hatin vekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî pênc mehan ji girtinê, îro deriyên Perestgeha Lalişê li hember ziyaretkarên Kurdên Êzidî hat vekirin.

Peyamnêrê Rûdawê, Eyûb Nisrî ragihand, ji îro ve deriyên Perestgeha Lalişê ve hatin vekirin û êdî Kurdên Êzidî û kesên din jî dikarin serdana wê perestgeha pîroz a Kurdên Êzidî bikin.

Peyamnêrê Rûdawê da xuyakirin, Wezareta Navxwe û Civata Ruhanî ya Êzidiyan biryara vekirina Perestgeha Lalişê dane.

Perestgeha Lalişê ji meha Adarê ve û di çarçoveya rêkarên rêgirtin ji belavbûna Coronayê de, weke hemû cihên din ên olî yên li Herêma Kurdistanê, bi biryara Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî yê Herêma Kurdistanê û Civata Ruhanî ya Êzidî hatibû girtin.

Piştî biryara vekirina deriyên Perestgeha Lalişê, bi dehan Kurdên Êzidî ku pênc meh bûn nedikarîn serdana perestgehê bikin, serdana wî cihê pîroz a ola xwe kirin.

Micêwirekî perestgehê ji Rûdawê re ragihand, hem perestgeh û hem jî hêzên ewlehiyê û tîmên tendirustiyê yên Herêma Kurdistanê ji kesên ziyaretkar dixwazin, ku rêkarên taybet bi xweparastina ji Coronayê cîbicî bikin û maskan danin.

Peyamnêrê Rûdawê, Eyûb Nisrî destnîşan kir, di wan pênc mehan de ku Perestgeha Lalişê girtî bû, du cejnên Kurdên Êzidî, cejna sersalê û cejna Çileya Havînê nehatin gêran, ji ber ku ew cejn li perestgehê tên pîrozkirin, lê îsal ji ber belavbûna Coronayê, deriyên perestgehê hatibûn girtin.