Du evîndarên Kurd nû zewicîn; bûk 80 û zava 86 salî ye

03-09-2018
KARWAN ELÎ
Duhok
Duhok
Nîşan Duhok Kurdên Êzdî Şingal
A+ A-

Duhok (Rûdaw) – Li kampeke koçberên Kurdên Êzdî ya li Duhokê Sarê ya 80 salî li gel Reşo yê 86 salî zewicî. Ew dibêjin nebûna pere û mal û milkê dinyayê li hember evîna wan nabe asteng.  


Sarê Zeynedîn a 80 salî û Reşo Xidir ê 86 salî du Kurdên Êzdî ne ku ji destê DAIŞê rizgar bûne. Wan piştî hezkirina hev biryar dan bi hev re bizewicin. Di daweta xwe de jî tenê xwarin dane mêhvanan.

 

Sarê Zeynedîn ji Rûdawê re got: “Ez gelek keyfxweş im ku min ligel Reşo dest bi jiyana hevjîniyê kir. Ez gelek hez ji Reşo dikim û dilxweş im. Em herdu jî bi temen in û dilê me li gel hev xweş e.”

 

Eşq û Evîna Reşo û Sarê piştî mirina hevjînên wan dest pê dike. Ji bo ew bigihin hev derdora wan jî alîkarî daye wan û niha li Kampa Kebertûyê bi hev re di çadirekê de dijîn.

 

Reşo Xidir jî got: “Ez gelek hez ji Sarê dikim. Beriya niha kes nebû cilên min bişo û pariyek nan bide min. Lê piştî min ew anî jiyana min xweş bû.”

 

Hevjîniya Reşo û Sarê bi fermî ji aliyê rêveberiya Şingalê ve jî hate tomarkirin û hewl tê dayîn mûçeyê çavdêriya xêzanî jî ji bo wan were dabînkirin.

 

Qaymiqamê Şingalê Mehma Xelîl derbarê vê yekê de diyar kir: “Li gorî fermana Wezîrê Kar 3u Karûbarên Civakî yê Iraqê dê meaşê çavdêriya xêzanî ji bo wan were dabînkirin.”

 

Ev 4 sal in hejmareke zêde ya Kurdên Êzdî li kampên Duhokê dijîn û di şert û mercên koçberiyê de jiyana xwe didomînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst