Berpirsê YNKê: Ne dihiştin cîgir Talabanî bibînin!

03-09-2016
RÛDAW
Şalaw Elî Eskerî
Şalaw Elî Eskerî
Nîşan YNK Şalaw Elî Eskerî
A+ A-

Silêmanî (Rûdaw) – Endamê Serkirdetiya YNKê Şalaw Elî Eskerî ragihand ku pirsgirêkên nav partiyê ne yê rojek û du rojan in, piştî nexweşiya Talabanî jî derketine pêş.

 

Piştî ragihandina Navenda Biryardanê ji aliyê herdu cîgirên Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) ve, nakokiyên nava vê partiyê bûne rojeva sereke ya Başûrê Kurdistanê.

 

Derbarê mijarê de Endamê Serkirdetiya YNKê Şalaw Elî Eskerî ji Rûdawê re axivî û diyar kir ku jib o çareseriyê çend berpirsek niha navbeynkariyê dikin.

 

Elî Eskerî daxuyand ku Sekreterê Giştî yê Tevgera Goran Newşîrwan Mistefa jî ji bo çareseriyê hewlek ciddî dide û herwiha got ku îdîayên ku dibêjin Îran navbeynkariyê dike jî ne rast in.  

 

Eskerî li ser pirsa “gelo ma nedibû demeke din Navenda Biryardanê bê ragihandin?” got:

 

“Nexêr, ne dibû. Ji ber ku pirsgirêk ne yê rojek û du rojan bûn. Yê dîrokek kevn in. Di dema kongreyê de rêjeyê deng hate guhertin û ji ber vê dibe hinek rêveber nehatibin hilbijartin û ev jî bibe sedema nerazîbûna wan. Di kongreyê de jî ev yek diyar bû lê ji ber meziniya Mam Celal ser pirsgirêkan hate girtin. Negihişte wê astê ku biteqin. Piştî nexweşiya Mam Celal jî pirsgirêk bi aliyekê din ve çûn. Weke mînak ne dihiştin cîgirên Mam Celel wî bibînin lê rê didan Nêçîrvan Barzanî ku serdanê bike.”

 

Berpirsê YNKê îddîa kir ku rê nadin hinek berpirsên YNKê serdana gel Celal Talabanî bikin û malbata Talabanî jî wî weke koz li hember alîgirên YNKê bikar tînin.

 

Şalaw Elî Eskerî rexne li baskê din ê YNKê kir û got, “Li Hewlêrê beşdarê hikûmetê ne, li Silêmaniyê jî dibine mûxalefet. Heger îro Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîr berpirsên YNKê hilnadin nav şandên xwe ev kêmasiya YNKê ye.”

 

Eskerî li ser pirsa ku “Gelo dibe ji YNKê cudabûneke weke yê Goran çêbibe? “ wiha axivî:

 

“Ji YNKê cudabûn nabe, ji ber ku em bixwe YNK ne û xwedanê YNKê ne. Me di vir de kar kiriye û qurbanî daye.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst