Parlamentera Girtî ya BDPê Selma Irmak gazindên Sêmalka li Barzanî kir

 

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentera BDPê ya girtî Selma Irmak bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku dîroka Kurdistanê, dîrokeke dûr û dirêj a koçberkirin û mişextkirinê ye. Irmakê têkildarê Deriyê Sêmalka rexne li Partiya Demokrat a Kurdistanê girt û gazindên xwe ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kir. Irmakê got: “Herî baş Barzanî dizane, bi jin û zarok û ciwan û kal û pîran ve ketina ser rêya koçberiyê. Li ser rêya koçberî û mişextiyê, ji destdana jiyanan herî baş Barzanî dizane.”

 

Selma Irmak di sala 2009an de dema namzeda Şaredariya Navçeya Dêrikê ya Mêrdînê bû hat girtin û hê di girtîgehê de bû ji Şirnexê     ji bo parlamenteriyê hat hilbijartin. Irmak a ku bi endamtiya KCKê jêre 5 sal ceza tê xwestin, 4 sal û nîv e bêyî ku bê dadgehkirin li Girtîgeha Amedê tê girtin.

 

Di daxuyaniya nivîskî ya nimûneyek wê gihêşt berdestê Rûdawê de ji koçberkirin û mişextkirinên Kurdan ên serdema Osmanî û Sefewiyan dest pê dike, bi koçberkirinên dawî yên Rojava diqedîne. Irmak dibêje ku her Kurdên serhildêr an jî li ber serhildanê ne tên koçberkirin.

 

Parlamentera BDPê got ku di sedsala 21em de birakujî veguhezîye `biraçavrijî` ango rijandina çavên birayên xwe û bal dikşîne ser koçberkirina 10 hezar Barzaniyan a Îlona 1945an. Irmak di vî warî de dibêje, ``Ji ber vê koçberiyê Mesûd Baranî 11 sal şûnde dikare bavê xwe Mele Mistefa Barzanî bibîne.

 

Irmak got: “Ji aliyê PDKê ve bi girtina Deriyê Sêmalka re pêkanîna ambargoyê, gelê Rojava rûbirûyê birçîbûn û bêewlehiyê dibe.”

 

Parlamentera BDPê ya Şirnexê diyar dike ku ew van rexneyan di çarçoveya xweşk û bira li hevdu dikin de araste dike û destnîşan dike ku ne rast e ku rexne bêpîvan û bêberpirsyarî bê kirin. Irmak got: “Di heman çarçoveyê de nirxandin û qalkirina Mesûd Barzanî, PDK û el Nûsra bi gotina herî sivik jî bêşansî ye.Tişta ku divê Mesûd Barzanî ji bîr neke ev e; Mele Mistefa Barzanî di hemû jiyana xwe ya têkoşer de heta dawiya temenê xwe jî ji bo hemû Kurdistanê, ji bo berjewendiyên hevpar ên Kurdan û ji bo yekîtiya netewî hewl daye.”

 

Parlamentera Kurd di dawiya peyama xwe de diyar dike ku di arafeya Kongreya Netewî û sazkirina yekîtiya Kurdan de nabe ku bi gotin û polîtîkayên çewt, keys û firsenda sedsalî ji dest biçe.