Mîrê Kurdên Êzidî: Giriyê Serok Barzanî ji bîra min naçe

Hewlêr (Rûdaw) - Mîrê Kurdên Êzidî Mîr Hazim Tehsîn Beg ji bo alîkarî û hewldanên wan ên ji bo Kurdên Êzidî spasiya berpirs û rayedarên Herêma Kurdistanê kir û got, “Dema Serok Barzanî bi me re civiya ez giriyê ez qet giriyê wî  ji bîr nakim.”

DAIŞê 3yê Tebaxa 2014an êrişî Şingalê kir û bi hezaran Kurdên Êzidî kuştin û bi hezaran jî revandin.

Ji bo bibîranîna vê komkujiya Kurdên Êzidî, li Zanîngeha Kurdistane Hewlêrê merasîmeke bibîranînê hat lidarxistin.

“Zêdetirî 6 hezar Êzidî hatin kuştin”

Mîrê Kurdên Êzidî Mîr Hazim Tehsîn Beg li merasîmê axivî û diyar kir:

“Di komkujiyê de zêdetirî 6 hezar Êzidî hatin kuştin, bi hezaran jî hatin revandin, heta niha 94 gorên bikomî yên Êzidiyan hatine dîtin û bi dehan mezargehên olî hatine teqandin.

Mîr Hazim Tehsîn Beg da zanîn ku bi giştî 73 karesatên komkujiyê bi serê Kurdên Êzidî de hatine û got:

“Êzidî ji malên xwe hatin derxistin û bi hezaran li çiyayê Şingalê hatin dorpêçkirin.

Bi hezaran Êzidiyên din koçberî Herêma Kurdistanê bûn û gelek jî penaberî welatên din bûne.

Em qet komkujiyê ji bîr nakin, me dît ku çawa keçên me wekî kole hatin birin û li bazara Nînowayê hatin firotin.

Ev tê wê wateyê ku dîrok xwe dubare dike û welatiyên Êzidî wekî civakeke qirkirî bidin naskirin.”

“Heta niha jî bi hezaran keç û jinên Êzidî wenda ne”

Mîr Hazim Tehsîn Beg bal kişand ser wê yekê ku tevî DAIŞ di warê leşkerî de bi dawiyê bûye lê heta niha jî bi hezaran keç û jinên Êzidî wenda ne û got:

“Hîn jî gelek gorên bi kom nehatine vekirin û cenaze li gorî bîr û baweriya Êzidiyan nehatine veşartin.

Bi hezaran koçberên me niha jî li nav kampa germa havînê û sermaya zivistanê dikşînin.

Hemû koçberên Îraqê vegeriyane malên xwe lê tenê Êzidî mane.”

“Hikûmeta Kurdistanê deriyên mal, mizgeft, dêr û dibistanên xwe ji me re vekirin”

Mîrê Kurdên Êzidî di beşeke din a axaftina xwe de ji bo alîkarî û hewldanên wan spasiya berpirs û rayedarên Herêma Kurdistanê kir û got:

“Dema em jenosîdê bi bîr tînin divê em behsa her kesî bikin ku destê alîkariyê daye me.

Em spasiya alîkarî û helwestên Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku di dema karesatê de, deriyên mal, mizgeft, dêr û dibistanên xwe ji Êzidiyan re vekirin û hemû pêwîstiyên wan peyda kirin.

Divê em helwestên Serok Barzanî yên qehremane yên alîkariyê bi bîr bînin.”

“Em hêsirên Serok Barzanî ji bîr nakin”

Mîr Hazim Tehsîn Beg behsa hevdîtina bi Serok Mesûd Barzanî re kir û got:

“Serok Barzanî dema ku li gel me û kesayetên Êzdî li Pîrmam civiya, em hêsirên wî yên li ser me ji bîr nakin.

Serok Barzanî xwedî helwesteke bi rûmet bû û piştgirî da me.

Em spasiya Nêçîrvan Barzanî dikin ku ofîsa azadkirina revandiyên Êzidî vekir.

Wê ofîsê bi awayekî cidî di rizgarkirina gelek revandiyan de kar kiriye.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî projeyên mirovî pêk tîne, mûçe dide jinên rizgarbûyî û alîkariya wan dike, tevî rewşa zehmet a aboriyê ku Hikûmet aHerêma Kurdistanê tê re derbas dibe.

Ev yek jî bû wesîle ku em awayekî rijdtir li ser axa xwe û welatê xwe bimînin.”

“Em dixwazin bi rûmet vegerin”

Derbarê vegera Kudên Êzidî ji bo mal û warên xwe jî Mîrê Kurdên Êzidî wiha got:

“Em dixwazin bi rûmet, ne bi tirs vegerin cih û warên xwe.

Em naxwazin karesateke din were serê me û em  daxwaza vegera bi garantî dikin.

Em dixwazin welatiyên Êzidî bi serbilindî û bawerî vegerin warên xwe û divê hemû xizmetguzarî ji wan re bên pêşkêşkirin.

Divê hikûmeta Îraqê rewşa Şingalê li ber çavan re derbas bike û bi awayekî cidîtir nêzîkî pirsên Êzidiyan bibe û ji bo Êzidî vegerin divê pirsgirêkên siyasî û ewlehî yên Şingalê çareser bike.”

Mîrê Kurdên Êzidî herwiha amaje bi wê yekê kir ku divê Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî û hikûmeta wî budceyekê ji bo Şingalê dane û got:

“Em ji hikûmeta Îraqê dixwazin ku bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re li hev bike ku hemû dosyan çareser bike bi taybet dosya Şingalê di bin çavdêriya Neteweyên Yekbû û civaka navneyewyî de bê çareserkirin.”