Nêçîrvan Barzanî bi Balyozê Awisturyayê re civiya

2 demjimêr berê
RÛDAW
Balyozê Awisturyayê yê Îraqê Andrea Nasi û Nêçîrvan Barzanî/Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê
Balyozê Awisturyayê yê Îraqê Andrea Nasi û Nêçîrvan Barzanî/Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Andrea Nasi
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Balyozê Awisturyayê yê Îraqê Andrea Nasi re civiya.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser civînê daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê, her du aliya tekezî li ser bipêşxistina pêwendiyên Awisturyayê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê û derfeta berfirehkirina hevkariyên hevbeş ên di hemû waran de kiriye.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî 1ê Tîrmehê bi serdaneke fermî çûbû Viyanaya paytexta Awisturyayê û bi Serokkomar Alexander Van der Bellen û Wezîrê Karên Derve Alexander Schallenberg re civiya bû.

Serokatiya Herêma Kurdistanê eşkere kir ku di civînê serdana vê dawiyê ya Nêçîrvan Barzanî ya Viyanayê û hevdîtinên wî yên bi Serokkomar û Wezîrê KarênDerve yên Awisturyayê re hatiye gotûbêjkirin.

Di beşeke din a daxuyaniyê de hat ragihandin ku her du aliyan rewşa giştî ya Îraq û Herêma Kurdistanê, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, pêşhatên dawî yên li herêmê û mijarên din ên berjewendiya hevbeş gotûbêj kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst