Dr. Xelef Şingalî: Jinên Êzidî yên li Kampa Holê newêrin xwe eşkere bikin

Hewlêr (Rûdaw) - Şêwirmendê Serokwezîrê Îraqê yê Kar û Barên Êzidiyan Dr. Xelef Şingalî got, “Jinên Êzidî yên li Kampa Holê newêrin xwe eşkere bikin.”

DAIŞê 3yê Tebaxa 2014an êrişî Şingalê kir û bi hezaran Kurdên Êzidî kuştin.

Ev 10 sal in ku komkujî hatiye kirin lê Êzidî hîn jî li cîhanê tertûbela ne û gelekên wan nikarin vegerin war û eqarê bav û kalên xwe.

Şêwirmendê Serokwezîrê Îraqê yê Kar û Barên Êzidiyan Dr. Xelef Şingalî bû mêhvanê Rûdawê û behsa rewşa zehmet a Kurdên Êzidî kir.

Dr. Xelef Şingalî ragihand, wan pêşbînî nedikir ku 10 sal derbas bibin û rewşa Êzidiyan bi vî awayî bimîne.

Dr. Xelef Şingalî amaje pê kir ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di rizgarkirina Êzidiyan de roleke girîng dilîze lê hîn jî nêzîkî 2 hezar û 600 keç û zarok winda ne û cihê wan ne diyar e.

“Li Tirkiye û Xezeyê jinên Êzidî hene”

Şingalî diyar kir ku li Kampa Holê ya Rojavayê Kurdistanê gelek jin û zarokên Êzidî hene û ew newêrin nasnameya xwe eşkere bikin.

Şêwirmendê Serokwezîrê Îraqê yê Kar û Barên Êzidiyan herwiha amaje pê kir ku li Xeze û Tirkiyeyê jî jin û zarokên Êzidî hene û ew ji bo rizgarkirina wan hewl didin.

“Kampa Holê metirsiyeke mezin e”

Şingalî got ku “Kampa Holê metirsiyeke mezin e” û berdewam kir:

“Agahiyên me hene ku gelekên jinan heta niha jî li Kampa Holê ne. Ji ber zextan ne wêrin xwe eşkere bikin û ne jî ew firseta wan heye.            

Li kampê wekî ku DAIŞ mewcûd be heman sîstem heye.

Ev kamp li ser Îraq, Kurdistan û herêmê xetereke mezin e. Heke tiştên pêwîst neyên kirin dê careke din komkujî bi serê xelkê me de were.”

Dr. Xelef Şingalî diyar kir ku piraniya mexdûran hîn jî tezmînatên wernegirtine û divê serlêdanên xwe bikin.

DAIŞê 10 sal berê wekî îro li Şingalê komkujiyeke mezin kir û hîn jî birînên Kurdan nekewiyane.

Amarên herî nû yên wê komkujiya giran bi vî rengî ne:

- 6 hezar û 417 jin û zarokên Êzidî hatin revandin

- Herî kêm 5 hezar Êzidî hatin kuştin

- 3 hezar û 469 Êzidî hatin windakirin

- Heta niha 50 gorên bikom hatine dîtin

- Heta niha 2 hezar û 948 jin û zarok hatine xelaskirin