Hevserokê DEM Partiyê: Em Komkujiya Şingalê nadin jibîrkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan got, “Êş û azara Êzidiyan hîn jî didome. Em Komkujiya Şingalê ji bîr nakin û em ê nedin jibîrkirin.”

Îro di ser komkujiya Kurdên Êzidî re 10 sal derbas dibin ku li Şingalê bi destê DAIŞê zêdetirî 5 hezar Kurdên Êzidî hatin kuştin.

DAIŞê 3yê Tebaxa 2014an êrişî Şingalê kir û bi hezaran Kurdên Êzidî kuştin.

Bi hezaran jin û zarok jî dîl girtin û revandin û bi hezaran kes jî koçber bûn.

Herwiha ji ber şer, ji sedê 80yê bajar û gûndên Şingalê wêran bûn.

Bi hezaran Kurdên Êzidî yên ku hewl dida cane xwe ji wê rêxistina hov xilas bikin, xwe spart Çiyayê Şingalê, Başûr û Rojavayê Kurdistanê.

Niha jî bi hezaran Kurdên Êzidî li kampan dijîn.

DAIŞê li ber çavên hemû cîhanê Kurdên Êzidî qir kirin.

“Êş û azara Êzidiyan hîn jî didome”

Hevserokê  Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partiyê) Tuncer Bakirhan ji bo 10emîn salvegera Komkujiya Şingalê ya li hemberî Kurdên Êzidî peyamek belav kir.

Di 10emîn salvegera Komkujiya Şingalê de em hemû cangoriyan bi rêzdarî bi bîr tînin.

Bi fermana 73yemîn bi hezaran Êzidî hatin qetilkirin, bi dehhezaran Êzidî hatin dîlgirtin û bi hezaran Êzidî hîn jî dîlgirtî ne.

Êş û azara Êzidiyan hîn jî didome. Em Komkujiya Şingalê ji bîr nakin û em dê nedin jibîrkirin.

Heta ku em bigihîjin azadiyê têkoşîna me dê berdewam bike.”