Serok Barzanî: Êzidî ji ber Kurdbûna xwe ketin ber pêla komkujiyê

Hewlêr (Rûdaw) – Serok Barzanî got, “Xwişk û birayên me yên Êzidî, ji ber ku Kurd bûn û ji ber dînê xwe ketin ber pêla komkujiya DAIŞê.”

DAIŞê 3yê Tebaxa 2014an êrişî Şingalê kir û bi hezaran Kurdên Êzidî kuştin.

“Êzidî ji ber Kurdbûna xwe ketin ber pêla komkujiyê”

Serok Mesûd Barzanî ji ber salvegera 10an a Komkujiya Şingalê peyamek belav kir û got:

“Komkujiya Şingalê û ew tawanên ku terorîstên DAIŞê 10 sal berê li hemberî xwişk û birayên me yên Êzidî encam dan, berdewamiya wan komkujî û tawanan in ku bi dirêjahiya dîrokê li dijî gelê Kurdistanê hatine kirin.

Xwişk û birayên me yên Êzidî, ji ber ku Kurd bûn û ji ber dînê xwe ketin ber pêla her û dirindehiya tawanbarên DAIŞê û rastî komkujiyê hatin.”

“Divê bi serbilindî vegerin”

Serok Barzanî di berdewamiya peyama xwe da amaje bi girîngiya bicihanîna Peymana Şingalê da û got:

“Em dê bi hemû hêza xwe, piştevanên maf û daxwaziyên xwişk û birayên xwe yên Êzidî û xelkê devera Şingalê bin.

Pêwîst e dawî li wan reftaran were ku hinek alî êş û azarên Şingalê bo armancên xwe yên siyasî û aloztirkirina rewşa Şingalê bi kar tînin.

Divê rê bi xwişk û birayên me yên Êzidî were dayîn ku bi serbilindî vegerin ser mal û warê xwe û di nav aştî û aramiyê de bijîn.”

DAIŞê 10 sal berê wekî îro li Şingalê komkujiyeke mezin kir û hîn jî birînên Kurdan nekewiyane.

Amarên herî nû yên wê komkujiya giran bi vî rengî ne:

- 6 hezar û 417 jin û zarokên Êzidî hatin revandin

- Herî kêm 5 hezar Êzidî hatin kuştin

- 3 hezar û 469 Êzidî hatin windakirin

- Heta niha 50 gorên bikom hatine dîtin

- Heta niha 2 hezar û 948 jin û zarok hatine xelaskirin