Nêçîrvan Barzanî: Em dê tim û tim mafên birayên xwe yên Êzidî biparêzin

3 demjimêr berê
Nêçîrvan Barzanî / Wêne: Rûdaw
Nêçîrvan Barzanî / Wêne: Rûdaw
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Komkujiya Şingalê Bibîranîn Kurdên Êzidî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got, “Ez xwişk û birayên xwe yên Êzidî piştrast dikim ku em dê tim û tim piştgiriyê bidin wan û mafên wan biparêzin.”

DAIŞê 3yê Tebaxa 2014an êrişî Şingalê kir û bi hezaran Kurdên Êzidî kuştin.

Ji bo bibîranîna vê komkujiya giran li Zanîngeha Kurdistane Hewlêrê merasîmeke bibîranînê hat lidarxistin û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî li merasîmê axivî.

Nêçîrvan Barzanî bi bîr anî ku “Komkujiya Şingalê yek ji sûcên herî xwînmij ên cîhanê ye” û got:

“Em wan piştrast dikin, heta ku yekî revandî mabe jî em dê ji bo rizgarkirina wan bixebitin.

Divê hemû civaka navneteweyî bixebite da ku ti carî sûcekî din ê wiha dubare nebe.”

Serokê Herêma Kurdistanê bi bîr anî ku DAIŞê Şingal wêran kiriye, bi sedhezaran Kurdên Êzidî ji warê xwe derketine û got:

“Êşa vê komkujiyê ne 10 salan, heta hetayê nayê jibîrkirin. Divê xizmetkirina ji Şingalê re û rizgarkirina xelkê Êzidî karê me yê ewil be.”

“Divê PKK ji Şingalê derkeve”

Nêçîrvan Barzanî di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser hinek pirsgirêkên li Şingalê û li pey çû:

“Divê em hemû bi hev re bixebitin da ku Şingal nebe qurbaniya nakokiyên hêzên herêmî.

Divê Şingalî karê xwe bi xwe bikin û nebin dîlên hêzên derveyî sînor.

Divê PKK û hêzên din ên neyasayî ji Şingalê derkevin da ku hemû karibin ewlehî, aramî û ewlehiyê vegerînin Şingalê.”

“Êzidîtî dînê jiyandostî, mirovdostî û hevqebûlkirinê ye”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser Êzidîtî û Êzidiyan jî wiha axivî:

“Êzidîtî dînê jiyandostî, mirovdostî û hevqebûlkirinê ye. Pirsgirêka wê bi ti dîn û baweriyên din re nîne.

Êzidî gelekî dixwazin bi kesên li derdora xwe de bi di nava aştî û xweşiyê de bijîn.

Ji ber vê jî heta ku te bivê ji aştî, aramî û seqamgîriyê hez dikin.”

“DAIŞ heta niha jî metirsiyeke jidil e”

Nêçîrvan Barzanî got, “DAIŞ heta niha jî metirsiyeke jidil e” û destnîşan kir ku DAIŞê xwestiye bi qirkirina Êzidiyan dijminahiyê bixe nav pêkhateyên Kurdistanê.

DAIŞê 10 sal berê wekî îro li Şingalê komkujiyeke mezin kir û hîn jî birînên Kurdan nekewiyane.

Amarên herî nû yên wê komkujiya giran bi vî rengî ne:

- 6 hezar û 417 jin û zarokên Êzidî hatin revandin

- Herî kêm 5 hezar Êzidî hatin kuştin

- 3 hezar û 469 Êzidî hatin windakirin

- Heta niha 50 gorên bikom hatine dîtin

- Heta niha 2 hezar û 948 jin û zarok hatine xelaskirin

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst