Mesrûr Barzanî: Em bejna xwe li ber şehîdên Şingalê ditewînin

3 demjimêr berê
Nîşan Komkujiya Şingalê Mesrûr Barzanî Peyam
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî got, “Em bejna xwe li ber şehîdên Komkujiya Şingalê û hemû şehîdên Kurdistanê ditewînin.”

DAIŞê 3yê Tebaxa 2014an êrişî Şingalê kir û bi hezaran Kurdên Êzidî kuştin.

“Divê parastin û birêvebirina deverê bikeve destê xelkê resen ê Şingalê”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji ber salvegera 10an a Komkujiya Şingalê peyamek belav kir û got:

“Divê Peymana Şingalê were bicihkirin da ku aramî û ewlehî li herêmê vegerin û parastin û birêvebirina deverê bikeve destê xelkê resen ê Şingalê.”

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de bi bîr anî ku êş û azarên Kurdên Êzidî berdewam dikin û li pey çû:

“Di encama êrişên hovane yên terorîstên DAIŞê de, bi hezaran kesên ji Şingalê bi awayekî komî hatin kuştin û bi dehhezaran kes jî winda û koçber bûn.

10 sal di ser vî sûcî re derbas bûne lê mixabin êş û azarên xwişk û birayên Êzidî bi dawî nebûne û gelek ji wan hîn winda ne.

Ji ber hêzên çekdar ên neqanûnî rewşa Şingalê wekî berê nebûye koçberan nekariye vegerin cihên xwe.”

Mesrûr Barzanî diyar kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê hewl dide bi Îraqê re rewşa Şingalê baş bike û bal kişand ser girîngiya bicihkirina Peymana Şingalê.

DAIŞê 10 sal berê wekî îro li Şingalê komkujiyeke mezin kir û hîn jî birînên Kurdan nekewiyane.

Amarên herî nû yên wê komkujiya giran bi vî rengî ne:

- 6 hezar û 417 jin û zarokên Êzidî hatin revandin

- Herî kêm 5 hezar Êzidî hatin kuştin

- 3 hezar û 469 Êzidî hatin windakirin

- Heta niha 50 gorên bikom hatine dîtin

- Heta niha 2 hezar û 948 jin û zarok hatine xelaskirin

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst