AGIRÎ – Brûskê li malekê da û agir pê ket

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Agirî Brûsk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Agiriyê ya Bakurê Kurdistanê, brûskê li mala welatiyekî da û di encamê de agir bi malê ket.

3 kesên ku dixwestin agir vemirînin birîndar bûn û kesek jî ji dû bi jehrê ket.

Li gundê Axadevê yê Agiriyê îşev baraneke zêde bariya û di encamê de brûskê li mala welatiyê bi navê Cengiz Dursun da û agir bi malê ket.

3 cîranên wan ên ku bi hawara wan ve çûn û xwest agir vemirînin birîndar bûn.

Herwiha kesek kesek jî bi dû bi jehrê ket.

Li ser agahdarkirinê tîmên agirvemirandinê yên Şaredariya Agiriyê çûn cihê bûyerê.

Agir hat vemirandin.

Tîmên tenduristiyê 4 kesên birîndar veguhastin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Agiriyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst