Nêçîrvan Barzanî û General Joel Vowell: Heta niha jî DAIŞ metirsiyeke mezin e

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan î Îraq û Sûriyeyê General Joel Vowell hevnêrînîn ku heta niha jî DAIŞ metirsiyeke mezin e

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro piştî li Hewlêrê, Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan ê Îraq û Sûriyeyê General Joel Vowell pêşwazî kir.

Erka General Joel Vowell bi dawî dibe û ji bo xatirxwestinê Serokê Herêma Kurdistanê ziyaret kir.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji ber xizmeta Joel Vowell a di dema erka wî de spasiya wî kir û hêviya serkeftinê di erka wî yê nû de xwest.

Serokê Herêma Kurdistanê hevkarî û piştgiriya Hevpeymaniya Navdewletî ya di dema şerê têkşikandina DAIŞê de bilind nirxand.

General Joel Vowell jî kêfxweşiya xwe ji bo karkirina li Îraq û Sûriyeyê nîşan da û spasiya hevkarî û piştevaniya Herêma Kurdistanê di dema erkê wî de kir.

 Vowell herwiha tekezî li ser girîngiya berdewamiya piştevaniya navnetewewyî ya ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê kir.

Di civînê de ku her du alî hevdeng bûn ku heta niha jî DAIŞ metirsiyeke mezin e û metirsiyê li ser aramî û seqamgîriya deverê çêdike.

Tevgerên DAIŞê û rewşa Îraq û Sûriyeyê û pêşhatên dawî yên herêmê û çend mijarên din ên wê hevdîtinê bûn.