Çîroka Aliyayê: 6 caran tê firotin û bavê wê li ber çavên wê tê kuştin

Hewlêr (Rûdaw) – Keçeke Kurda Êzidî tevî malbata xwe dikeve destê DAIŞê, bavê wê li ber çavên wê tê kuştin û ew bi xwe jî 6 caran ji aliyê çekdarên DAIŞê ve tê firotin.

Hinek ji wan keç û jinên Êzidî yên ji aliyê DAIŞê ve hatibûn revandin hatine rizgarkirin.

Bûyerên ku bi serê wan hatine, wijdana mirov dihejîne.

Yek ji wan rizgabûyên ji destê DAIŞê Aliya Berces e.

Aliya Bercesê ji Rûdawê re behsa serpêhateya xwe ya tal kir ku ew çend caran hat firotin û gelek tiştên nexweş hatin serê wê.

Aliya Berces sala 2018an ji dest çekdarên DAIŞê hatiye xelaskirin.

Aliya Berces dema ku bi malbata xwe re dikeve destê DAIŞê 9 salî bû û niha li Kampa Çem Mişkoyê ya li Zaxoyê dijî.

“Destdirêjî li min kir”

Rizgarbûya ji destê DAIŞê Aliya Bercesê got:

“Bavê min li ber çavên min kuştin. Herwiha du bira û çar mamên min kuştin.

Ez 9 salî bûm, wan ez ji dayîka min qut kir.

Wan ez 6 caran ez kirîm û firotim hevdû. Yek ji wan Sûriyeyî bû û emrê wî ji yê bavê min mezintir bû derdora 50 û hinek salî bû.

Pora wî hemû spî bû û kesekî qelew bû. Gelekî bi tirs bû, destdirêjî li min kir.”

Ji malbata Aliya Bercesê 33 kes ketine di destê DAIŞê de, 14 ji wan hatine rizgarkirin û yên din termê hinek ji wan hatine dîtin û hinek jî bêsrûşûn in.

“Ya Xwedê tu hemû dinyayê biparêze û paşê me Êzidiyan biparêze”

Aliya Bercesê herwiha got:

“Daxwaza min ew e ku hestiyên me rakin, revandiyên me ji destê DAIŞê rizgar bikin, bila hesap ji her DAIŞiyê ku tehda anîne ser me Êzidiyan bikin.

Me Êzidiyan tiştek ji kesî nekiriye. Em her sibeh di diayên xwe de dibêjin ya Xwedê tu hemû dinyayê biparêze û paşê me Êzidiyan biparêze.”

Komkujiya Şingalê

Îro di ser komkujiya Kurdên Êzidî re 10 sal derbas dibin ku li Şingalê bi destê DAIŞê zêdetirî 5 hezar Kurdên Êzidî hatin kuştin.

DAIŞê 3yê Tebaxa 2014an êrişî Şingalê kir û bi hezaran Kurdên Êzidî kuştin.

Bi hezaran jin û zarok jî dîl girtin û revandin û bi hezaran kes jî koçber bûn.

Herwiha ji ber şer, ji sedê 80yê bajar û gûndên Şingalê wêran bûn.

Bi hezaran Kurdên Êzidî yên ku hewl dida cane xwe ji wê rêxistina hov xilas bikin, xwe spart Çiyayê Şingalê, Başûr û Rojavayê Kurdistanê.

Niha jî bi hezaran Kurdên Êzidî li kampan dijîn.