Dayîka Şemê: 10 keç û bûkên min bi alîkariya Nêçîrvan Barzanî hatin rizgarkirin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Datika Şemê/Wêne: Rûdaw
Datika Şemê/Wêne: Rûdaw
Nîşan Dayika Şemê Komkujiya Şingalê Kurdên Êzidî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Merasîma 10emîn salvegera Komkujiya Kurdên Êzidî li Hewlêrê bi beşdariya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi rê ve çû.

Yek ji xalên girîng ên merasîmê panelek ji bo rizgarbûyên ji destê DAIŞê bû.

Jineke rizgarbûyî ya ji destê DAIŞê got, "Eger alîkariya Serokê Herêma Kurdistanê nebûya, niha çarenivîsa min jî ne diya bû."

Dayikê Şemê jî got, Bi alîkariya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, 10 keç û bûkên hatin rizgarkirin û vegeriyan.

Bavekî jî çîroka zarokê xwe yê birîndar ê di goreke bikom de wiha got: "Wî bi birîndarî av xwest û min nekarî bidim wî."

Merasîma 10emîn salvegera Komkujiya Kurdên Êzidî li Zanîngeha Kurdistanê ya Hewlêrê hat lidarxistin.

Di merasîmê de piştî çend gotaran ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî gotarek pêşkêş kir, panelek bi navê “Derbaskirina dijwariyan û afirandina hêviyê” hat lidarxistin.

Panel ji aliyê Endamê Desteya Zanîngeha Kurdistanê ya Hewlêrê Dr. Nizar Îsmet ve het birêvebirin.

Beşdarên panelê jî ev bûn: Rizgarbûya ji destê DAIŞê Şemê Dêro ku di komkujiyê de 32 endamên malbata xwe winda kiribû, rizgarbûyê ji gorên bikom Îdrîs Beşdar, Barzan Nayif ciwanê Êzidî yê ku ketibû destê DAIŞê û piştre hatibû rizgarkirin, Zeyneb Berekat keça rizgarbûya ji destê DAIŞê.

Dr. Nizar Îsmet di destpêka panelê de bixêrhatina Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî, Mîrê Kurdên Êzidî Mîr Tehsîn Beg û amadebûyan kir.

Dr. Nizar Îsmet piştre beşdarê panelê da nasîn û got, “Dayika li vir diaxive dayikeke berxwedêr e, dayikeke ku bi tenê û bê hevjîn zarokên xwe mezin kir ku bibin bijîşk û dermansaz.”

“Pêwîst e navendeke taybet ji bo rizgarbûyan bê vekirin”

Rizgarbûyê ji destê DAIŞê Barzan Nayif got, “Pir biçûk bûm, ez 14 salî bûm. Min dixwest xwendina xwe temam bikim.

Beriya 2014an jiyana me pir xweş bû. Ez diçûm dibistinê. Ez bi dê, bav, xwişk û birayên xwe re dijiyam.

Lê piştê 2014an jiyana me pir guherî. Ji min mezintir û biçûktir kete bin fermana çek û kuştinê. Me gelek zehmetî dîtin.”

Barzan Nayif behsa rizgarbûna xwe kir û got, “Em hatin rizgarkirin û ofîsa Nêçîrvan Barzanî jî heta em hatin vir alîkariya me kir. Me alîkariyên din jî wergirtine, lê ne zêde.”

Barzan banga vekirina navendeke taybet a herdemî ji bo xort û keçên ku ji destê DAIŞê rizgar bûne, kir û got, “Çimkî tiştên ku hatine serê me ne hindik bûn û nayên gotin.”

“Tirsa min ew e ku kon bişewite”

Rizgarbûya ji DAIŞê Zeyneb Berekat axivî û xwest gorên komî yên Kurdên Êzidî bên kolandin û nasnameya kesên li wir veşartiye bên eşkerekirin.

Zeynebê daxwaz kir ku termên êzîdiyên li Bexdayê ku li benda testa DNA ne, temam bibin û radestî xizmên wan bên kirin.

Herwiha Zeyneb Berekatê diyar kir kur heta ku çarenûsa revandiyan ne diyar be û konên Kurdên Êzîdî her roj li kampan bişewitin, êş û azarên wan bi dawî nabin.

Zeyneb Berekatê got, “Ez rizgarbûya destê DAIŞê me û li kampê dimînin.

Nizanim dê kengî konê me bişewite. Niha bi hezaran keçên Êzidî yên wekî min hene.

Bi hezaran dayik jî li benda zarokên xwe ne û aqûbeta kesî nizanin.”

Di  berdewamiya axavtina xwe de Zeyneb Berekatê wiha anî ziman, “Li her malekî de kesek biçe derve û 2 saetan venegere mirovên wê azar dikişînin.

Ev bû 10 sal çavên me li rê ne, 10 sal ne kêm in. Heta ku xelk venegere Şingalê êşa me bi dawî nabe.

Zeyneb Berekat amaje bi wê yekê kir ku wê pêşbînî nedikir ku rojekê ji destê DAIŞê rizgar bibe û bikaribe bi kesekî ku bi Kurdî diaxive re bijî û wiha pê de çû:

“Em gelekî sipasiya ofîsa birêz Nêçîrvan dikin ji bo alîkariya wan.

Eger wî alîkariya me nekira, diba ku ez niha ne li vir bûma, diba ku ez nikaribim li vir biaxivim û çarenûsa min hîn ne diyar bûya.

Pêdiviyên min û her Êzidiyan pir in. Em dixwazin di nav aramiyê de bijîn, dilê me hinekî aram bibe, heya yekî revandî nemîne dilê me aram nabe.

Ez nikarim vegerim Şengalê ji ber ku garantiya parastina me tune ye.

Ez nikarim vegerim Şengalê ji ber ku dîmenê ku min dîtiye wek xwe maye.”

“Kurê min got, `Bavo, ji bo Xwedê avê bide min”

Îdrîs Beşdar ku ji wan gorên bikom rizgar bûye, diyar kir ku ew xelkê gundê Koçoyê yê Şingalê ye ku di dema êrîşa DAIŞê de hezar û 240 kes hatin qirkirin ku 28 ji wan bira û xizmên wî ne.

Îdrîs Beşdar got, “74 ferman li hemberî Êzdiyan hatine dayîn û ez nizanim di 73 fermanên borî de kê alîkariya Êzidiyan kiriye.

Lê ji bo Fermana 74emîn em spasiya birêz Nêçîrvan Barzanî dikin û êdî em dizanin pişta me heye.

Birêz, bi rizgarkirina nêzikî 4 hezar keç, jin û zarokên me hêz da me.

Îdrîs Beşdar behsa roja êrîşa DAIŞê ya ser gundê Koçoyê kir û got, “Ji me re 19 gorên ferdî û bikom çêkirin.

Ew gora ku ez tê de bûm 60 kes hebûn. DAIŞê bi gotina Alahûekber me hemûyan gulebarankirin.

Dîmenan tomar dikirin û pê dikeniyan. Piştî gulebaranê wê derê bi cih hiştin û çûn.”

Îdrîs Beşdar behsa çîroka kurê xwe ya di gorê de kir û got, “Çekdar çûn û di nav xelkê de birêndar hebûn.

Di nav wan de kur, bira, biraziyê min jî hebûn. Kurê min bi çar guleyan birîndar bûbû û birînên wî yên mirinê bûn û got `bavo tu û Xwedê firek av bide min`. Min got `bavo ez av ji kû derê bînim.`”

“Piştî ketin destê DAIŞê du keçên min xwe kuşt”

Şemê Dêro ku wekî Dayika Şêmê jî tê naskirin behsa wê roja reş kir û got:

Ez dayika 33 şehîd û dîlan im. Weleh a ku bi serê min de hatiye bi serê ti kesî de nehatiye.

Min ev zarok bi av û hêsir, bi dilekî şikestî xwedî kirin. Hemû ji xwe re zewicin ji xwe re mal çêkirin. Tarîxa me dirêj e.

Dema ku DAIŞ hat bi ser me de girt, zarokên min ji min re got em te bibin çiyê.

Min got na ez nayê dawiya me hemûyan jî bê. Piştre min xistin otomobîlekî û birin gundekî din.

Piştî ku Dayika Şemê ji zarok û neviyên wê veqetandin, DAIŞê mêr li cihekî kom kirin, destên wan girê dan û ew gulebaran kirin û jin û zarokan jî revandin.

Dayika Şemê li ser keça xwe ya revandî jî got, “Keçeke min ku sûcekê wê tinebû jê re gotine em dê te ji emîrekî re bikin bûk.

Keça hîn nebirûbûn ji min re got `dayikê neyeta min heye ez xwe bikujim.` min jî got ka tê xwe çawa bikujî?` Wê ji min re got, ` bawer bike ez dê xwe bikujim.` Min jî got `qeweta te xweş.`

Wê birin Beacê 10-15 rojan li Beacê ma. Cilên bûkaniyê anîne li ber wê danîne. Wê rabû çi kir?

Rehên destên xwe xwe qut kirin da ku şerefa wê nekeve destê yên hovane.

Agahî ji min re hat gotin `keça te xwe kuşt.` Min jî got hemd şikir mala Xwedê ava.

Keça min a din Cîhanê jî birin Sûriyeyê. Ew jî xwişka wê bû. Ew jî rabû xwe bi elektrîkê ve kir û xwe kuşt.

Havêlên wê hatin ji min re got, `Cîhanê jî xwe kuşt.` min got mala Xwedê ava bi serbilindî.”

Şemê Dêro bangî her du hikûmetên Îraq û Herêma Kurdistanê kir ku bi çav û hurmeteke mezin li termên Kurdên Êzîdî yên di gorên komî de binêrin û hewl bidin kesên heta niha winda ne bên azadkirin.

Dayika Şemê ji ber alîkariyên wî spasiya Serokê Herêma Kurdistanê kir û got, “Bi saya Xwedê, Nêçîrvan û Hikûmeta Herêma Kurdistanê 10 keç û bûkên min hatin rizgarkirin.

Divê hûn alîkariya me bikin barê me giran e. Ez dayika hemû şehîdên Çiyayê Şigalê me.”

Komkujiya Şingalê

Îro di ser komkujiya Kurdên Êzidî re 10 sal derbas dibin ku li Şingalê bi destê DAIŞê zêdetirî 5 hezar Kurdên Êzidî hatin kuştin.

DAIŞê 3yê Tebaxa 2014an êrişî Şingalê kir û bi hezaran Kurdên Êzidî kuştin.

Bi hezaran jin û zarok jî dîl girtin û revandin û bi hezaran kes jî koçber bûn.

Herwiha ji ber şer, ji sedê 80yê bajar û gûndên Şingalê wêran bûn.

Bi hezaran Kurdên Êzidî yên ku hewl dida cane xwe ji wê rêxistina hov xilas bikin, xwe spart Çiyayê Şingalê, Başûr û Rojavayê Kurdistanê.

Niha jî bi hezaran Kurdên Êzidî li kampan dijîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst